Li Bûrsa û Elezîzê 9 kes hatin girtin

Li Bûrsa û Elezîzê ji yên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 9 kes hatin girtin.

Li Bûrsa û Elezîzê ji yên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 9 kes hatin girtin.

BÛRSA

Polîsên Tirk danê sibehê li taxên Yavûzselîm û Ûlûs ên girêdayî navçeya navendî ya Yildirim a Bûrsayê avêtin ser malan, Mûrat Yenturk, Semîh Aydin, Îsrafîl Yilmaz, Ercan Gokçe û 2 kesên navê wan nehat hînbûn, her wiha zarokek binçav kirin.

Ji yên hatin binçavkirin ê zarok birin Midûriyeta Şaxa Zarokan, 6 kesên din jî birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re. Ji 7 kesên ku sewqî edliyeyê kirin, 3 kes piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan, 4 jî bi daxwaza girtinê sewqî 3. Dadgeha Sûlh Ceza ya Bûrsa kirin. Ji 4 kesên ku şandin dadgehê 2 kes bi îdîaya, “endamê rêxistinê ne” girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku biryara veşartîbûnê anîn dosyayê.

ELEZÎZ

Dun danê sibehê li Elezîzê di operasyonên qirkirinê yên hemwext ên li ser hin malên li taxên Fevzî Çakmak, Yildizbaglari, Rizaiye û Kultur, her wiha Komaleya Xwendekarên Azad a Firatê de 14 xwendekar bi îdîaya, “propagandaya rêxistinê dikin” hatin binçavkirin. Xwendekarên hatin binçavkirin li Şaxa TEM’ê îfadeya wan hat girtin. Piştî karên îfadeyê xwendekar sewqî edliyeyê kirin.

Ji 14 xwendekarên sewqî 1. Dadgeha Sûlh Ceza kirin 7 hatin girtin, 7 xwendekar jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Ji xwendekaran Agît Çîftçî, Erkan Bîlgî, Erkan Efe, Dogan Dayansan, Mehmet Saît Acar, Alî Barslan û Serhat Încî hatin girtin, Melîke Tanhan, Ahmet Aksoy, Harûn Çali, Ferdî Ozkiliç, Mehmet Acar, Dîlan Karataş û Soner Çinar jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Xwendekarên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Elezîzê.