Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya li konferansa giştî ya partiya xwe de diyar kir, ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi guhertina rejîmê heye û got, "HDP bi hêzên di nava xwe de, hêza damezrîner a Komara Tirkiyeyê ye."
Konferansa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), destpê kir. Konferans bi dirûşma "Em ji îro ve siberojê ava dikin" tê lidarxistin û wê du rojan dewam bike.
Di konferansa li salona civînê ya Yekîtiya Baroyan de Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken, Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy, Hevserokê SDP Ridvan Tûran, Hevserokê SYKP Ûfûk Gollu, Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose û hevşaredarên HDP'yî jî lê amade ne.
Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Serokê Dîwanê Gunay Kûbîlay, bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanl û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan, dest bi axaftina xwe kir. Kûbîlay bibîr xist, ku tevî hemû polîtîkayên şîdetê û şer ên qesrê û desthilatdariya siyasî, HDP li Meclîsê bûye partiya sêyemîn û got, "Dek û dolabên qesrê, lîstikên partiyên siyasî pûç bûn. HDP kevneşopiyeke me ya şoreşger e ku ji duh ve hatiye roja îro. Ti kes wê nikaribe HDP'ê tine bike."
Kûbîlay berxwedana xwerêveberiyê silav kir û got, "Ev rejîm dixwaze her kesî bîne ser çokan. Ev rejîm çi dike bila bike, em ê serî li ber netewînin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag piştre mafê axaftinê wergirt û bi bîranîna Sêvê Demîr û hevalên wê yên li Cizîrê hatin qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir.
Yuksekdag bibîr xist ku wezîfeya HDP'ê vîna yekbûyî ya gelan bi pêş de bibe û got, "Divê em nehêlin ku zîhniyeteke dîktatorî, siberojên me ji me bistîne. Lewma em ê siberojên xwe ji îro ve biafirînin. Em careke din dikarin bi hev re bi ser bixînin. Mîna rojên Kobanê, mîna 7'ê Hezîranê, mîna 1'ê Mijdarê em dikarin bi hev re bi ser bixînin."
'HDP HÊZA NÛ YA DAMEZRÎNER A KOMARA TIRKIYEYÊ YE'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û got, "Partiya me HDP dibêje, di vê rewşa krîtîk de komareke demokratîk dikare were avakirin."
Yuksekdag ragihand, ku li Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertineke demokratîk a rejîmê heye û got, "Li Komara Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertineke demokratîk û rasteqîn a rejîmê heye. HDP bi hêza di nava xwe de hewandiye re, hêza nû ya damezrîner a Komara Tirkiyeyê ye."
Yuksekdag berxwedana xwerêveberiyan bibîr xist û got, "Li hemû qadên têkoşînê, gelê me bi xurtî li ber xwe dide. Berxwedana xwerêveberiyê, ji bo avakirina siberoj û jiyaneke bi hev re ya li komareke nû ya demokratîk e."
Yuksekdag, berxwedêrên têkoşîna xwerêveberiyê silav kir û got, "Em ê wê ronahiya ku Tirkiyeyê ji nava tarîtiyê derxîne, bi hev re bi dest bixin."
Konferans bi axaftina Demîrtaş dewam dike.