'Kurdan bi serê xwe ev bêçaretiya sedsalî ji holê rakirin'
Pisporê Îslamê û Rojhilata Navîn ê Swîsreyî Reînkowskî destnîşan kir, ku Kurdan bêyî hevalbendekî, bi tena serê xwe ev bêçaretiya sedsalî li ser wan dihat ferzkirin, ji holê rakirine.
Pisporê Îslamê û Rojhilata Navîn ê Swîsreyî Reînkowskî destnîşan kir, ku Kurdan bêyî hevalbendekî, bi tena serê xwe ev bêçaretiya sedsalî li ser wan dihat ferzkirin, ji holê rakirine.
Pisporê Îslamê û Rojhilata Navîn ê Swîsreyî Reînkowskî destnîşan kir, ku Kurdan bêyî hevalbendekî, bi tena serê xwe ev bêçaretiya sedsalî li ser wan dihat ferzkirin, ji holê rakirine.
Ji Zanîngeha Baselê Prof. Dr. Maûrûs Reînkowskî di dewama hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re diyar kir, ku Kurd ji ber bûyerên bi serê wan de hatiye xwedî nêrîna li dervemayînê ne û bibîr xist, ku dîzayna piştî 1. Şerê Cîhanê li herêmê hat kirin, bêyî Kurdan hat kirin.
Reînkowskî got, "Di asta heyî de em dibînin ku Kurd ji bêçaretiya sedsalî rizgar bûne. Ev yek êdî bi zelalî derketiye holê. Mirov dikarin bêjin ku pêvajoyeke ji çareseriyên nû yên pirsgirêka Kurd, destpê kiriye. Li gorî min, wê ji bo Kurdên li 4 parçeyan dijîn çareseriyek bê dîtin. Ev çareserî jî bi îhtimaleke mezin wê di nava sînorên welatên pê ve girêdayî be. Eger ev rewş pêk were, wê me hemûyan kêfxweş bike."
Reînkowskî da xuyakirin, ku Kurd di asteke girîng de li dijî DAIŞ'ê şer dike û got, "Lê belê ji havîna bihurî û pê ve, ji ber hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê, em dibînin ku Kurd hinekî bi tenê hatin hiştin. Kurd her tim, bêyî hevalbendên xwezayî her tim bi tenê hatin hiştin. Îro jî heman tişt tê kirin. Ji ber vê yekê, zehmet e ku Kurd tiştên gelekî mezin bikin, lê belê ew ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin."
Reînkowskî bal kişand ser sîstema li Rojavayê Kurdistanê û got, "Bi qasî ku ez dizanim li wê derê sîstemeke gelekî demokratîk a ku hemû mirov dikarin lê bijîn tê avakirin. Ev sîstem ji bo dema pêş, hêviyê dide mirovan. Bêguman divê mirov bibînin bê çawa pêk tê."
Reînkowskî diyar kir ku sîstema Rojava dikare ji Rojhilata Navîn re bibe nêrînek, dikare derfetan nîşan bide got, "Eger hewl bê dayîn ev sîstem bi zorê li gelemperiya Rojhilata Navîn were bicihkirin, hingî ti cudahiya xwe ji sîstemên din ên ji aliyê hêzên derve ve tên ferzkirin, namîne."
Der barê rewşa li Bakurê Kurdistanê de jî Reînkowskî got, "Polîtîkaya ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan di roja îro de li hemberî Kurdan dimeşînin, bi temamî şaş e. Eger Tirkiye bi vî rengî dewam bike, ew ê îflas bike."
Li ser projeya jiyana bi hev re ya Ocalan jî Reînkowskî got, "Ji bo çareseriya pirsgirêkê, yek ji projeyên herî girîng ji aliyê Ocalan ve hat destnîşankirin. Lê belê Tirkiye û hikûmet, ji ber siyaseta xwe ya navxweyî naxwaze vê qebûl bike."