Desteka ji bo Dundar û Gul bû sedema dûrxistina ji dibistanê

Xwendekara Beşa Endezyariya Çerm Emîne Akbaba ya ku ji bo destekkirina rojnamevanên girtî Dundar û Gul rojnameya dîwar li panoya Fakulteya Zanîngeha Egeyê daliqand, ji bo mehekê ji dibistanê hat dûrxistin.

Xwendekara Beşa Endezyariya Çerm Emîne Akbaba ya ku ji bo destekkirina rojnamevanên girtî Dundar û Gul rojnameya dîwar li panoya Fakulteya Zanîngeha Egeyê daliqand, ji bo mehekê ji dibistanê hat dûrxistin.

3 xwendekarên Zanîngeha Egeyê ku di heman demê de endamên Kolektîfa Xwendekaran e, ji bo destekê bidin Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar û nûnerê rojnameyê yê Enqereyê Erdem Gul rojnameya dîwar amade kirin.

Xwendekaran li rojnameyê manşeta "Can Dundar û Erdem Gul ne bi tenê ne" bi kar anîn û cih dan zextên zêde yên li medya û rojnamevanan tên kirin.

Xwendekaran ev rojname li panoyên fakulteyê daliqandin û ji ber ku di dema daliqandinê de wêneyên wan hatin kişandin, Dekaniya Fakulteya Endezyariyê der heqê 3 xwendekaran de lêpirsîn da destpêkirin. Di dawiya lêpirsînê de Xwendekara Pola 1. a Beşa Endezyariya Çerm Emîne Akbaba ji bo mehekê ji dibistanê hat dûrxistin.

Emîne Akbaba der barê mijarê de agahî da ANF'ê û anî ziman ku hewl tê dayîn li Zanîngeha Egeyê xwendekarên mûxalîf ên şoreşger teslîm werin girtin. Akbaba diyar kir ku ew ê teslîmî polîtîkayên qesrê nebin û ew ê li ber xwe bidin.