Nellen: Erdogan sûcê li dijî mirovahiyê dike; divê li DCN bê darizandin

Seroka IPU Nellen diyar ku Erdogan li Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Nellen, ji bo Erdogan li DCN bê darizandin bang li hêzên navneteweyî kir û anî ziman ku dewleta Tirk yekser li dijî gelê Kurd şer îlan kiriye.

Seroka IPU û Parlamentera Swîsreyê Nellen diyar ku Erdogan li Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Nellen, ji bo Erdogan li DCN bê darizandin bang li hêzên navneteweyî kir û anî ziman ku dewleta Tirk yekser li dijî gelê Kurd şer îlan kiriye.

Seroka Yekîtiya Navbera Parlamentan (Inter –Parliamentary Union-IPU) a Neteweyên Yekbûyî (NY), Endama Delegasyona Rêxistina Ewlekariyê ya Ewropa (OSCE), Parlamentera Federal a ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) û Berpirsyara Komîsyona Federal û Edaletê Margret Kîener Nellen, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

'LI TIRKIYEYÊ ŞEREKÎ NAXWEYÎ HEYE'

Nellen bibîr xist, ku li ser navê OSCE, di hilbijartinên Serokkomarê yên 2014'an û hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de ew li Tirkiye û Kurdistanê bû û da zanîn ku şerê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li dijî gelê Kurd destpê kir, nayê qebûlkirin.

Nellen bûyerên li Kuristanê diqewimin weke 'şerê navxweyî' pênase kir û diyar kir ku polîtîkaya Erdogan, saziyên mafên mirovan dixe nava fikaran. Nellen got, "Ji bo aştiyê rêyek hebû, diviyabû Erdogan Tirkiye nexistibûya vê rewşê. Weke parêzvaneke mafên mirovan, bûyerên li Kurdistanê diqewimin, min dixe nava fikaran."

'ERDOGAN LI DIJÎ GELÊ KURD ŞER DIKE!'

Nellen got, "Her cihê ez lê amade me, hewl didim bûyerên li Kurdistanê diqewimin bilêv bikim" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di sala 2014'an de li Amedê bûm. Hingî ji ber pêvajoya aştiyê atmosfereke cuda li Tirkiyeyê hebû. Lê belê dema ez li rewşa îro dinêrim dibînim ku li Tirkiyeyê şerekî navxweyî heye. Erdogan bi şerê li hemberî Kurdan re Kurdistan li salên '90'î' vegerand. Bûyerên îro diqewimin, ne kêmî yên salên 90'î ye. Îdîa dike ku li dijî PKK'ê şer dike, lê di rastiyê de li hemberî gelê Kurd şer dike; sivîlan qetil dike. Divê baş were zanîn, ku pirsgirêk ne PKK ye. Fêmkirin û qebûlkirina vî şerê Erdogan dimeşîne, ne tiştekî were qebûlkirin e."

'DIVÊ LI DCN BÊ DARIZANDIN'

Nellen anî ziman ku li holê sûcekî şer ê li hemberî gelekî heye û Hiqûqa Şer a Navneteweyî (Peymana Cenevre) bibîr xist. Nellen destnîşan kir, ku divê Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bê darizandin.

Nellen da xuyakirin, ku divê her kes li hemberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin rabin ser piyan û diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi şerekî li dijî gelê Kurd re PKK'ê ji aliyê leşkerî û moralê ve qels bike. Nellen da zanîn ku Erdogan di oxira vê armanca xwe de êrîşên giran dibe ser sivîlan û destnîşan kir, ku Tirkiye bi awayekî vekirî mafên mirovan ên bingehîn binpê dike.

'YÊN KU KURD WEKE HÊZA RIZGARKIRINÊ DIBÎNIN, ÇIMA BÊDENG IN?'

Nellen anî ziman ku li hemberî van êrîşên li dijî gelê Kurd divê saziyên navneteweyî bi taybetî Ewropa bikevin nava tevgerê û got, "Ez nizanim bê çima Neteweyên Yekbûyî yekser nakeve nava tevgerê. Ji ber rewşa stratejîk a Tirkiyeyê, hin hêz timî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin."

Nellen da xuyakirin ku Erdogan bi bikaranîna karta koçberan re zorê li Ewropayê dike ku li hemberî rewşê bêdeng bimîne û got, "Bi taybetî, di sala 2014'an de dema Kurdan û PKK'ê li dijî DAIŞ a bûbû belayê serê cîhanê şer dikirin, hem li Ewropa hem jî li gelek deverên din dihat gotin ku pêwîstiyeke mezin bi Kurdan re heye. Her kesî çepik ji têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê dixistin û destek didan. Bi guhertina hevsengiyên li herêmê re Tirkiyeyê li hemberî Kurdan dest bi şer kir û hêzên ku wan rojan Kurd weke hêza rizgarker didîtin, îro li pêşberî tiştên tên serê Kurdan bêdeng in. Zehmet e ev rewş were fêmkirin. Ev helwesta hêzen navneteweyî bêwate ye."

Nellen bang li hêzên navneteweyî kir, ku di serî de Tirkiye, li hemberî Qatar û Erebîstana Siûdî yên destekê didin DAIŞ'ê, helwesteke tund nîşan bidin û hemû peymanên xwe yên bi van re mor kirine, betal bikin.

'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN'

Nellen, ragirtina navê PKK'ê di lîsteya 'terorê' de rexne kir û diyar kir ku divê têkoşîna PKK'ê ya li hemberî DAIŞ'ê baş were dîtin. Nellen da zanîn ku divê dîaspora Kurd baştir bixebite û zextê li dewletan bike ku PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxînin û got, "Em ji bîr nekin; PKK a ku ji aliyê hin kesan ve weke 'terorê' tê dîtin, di dema ku gelek ji me bêdeng bû de, li Rojhilata Navîn ne tenê Kurd, hemû gel parast."