Rojnamevanan li Romayê dewleta Tirk protesto kirin
Federasyona Rojnamevanan a Îtalyayê, ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar bike, li paytexta Îtalya Romayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li ber Konsolosxaneya Tirk ji aliyê Serokê Federasyonê Gûîseppe Gîûlîttî çalakî ve hat dayîn.
Gîûlîttî da xuyakirin, ku AKP û Erdogan ji bo desthilatdariya xwe li Kurdistanê mirovên sivîl dikujin û got, "Em bang li raya giştî û siyaseta Ewropayê dikin, ku bala xwe li ser mijarê bin."
Gîûlîttî diyar kir ku divê rojnamevanên girtî jî tavilê werin berdan û destnîşan kir, ku hewce ye pirsgirêka Kurd ne bi çekê bi muzakereya demokratîk were çareserkirin.
Gîûlîttî bal kişand ser girîngiya rakirina tecrîdê û afirandina mercên azadiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê jî silav kir.