Kurd û Kanadayî êrîşên AKP’ê protesto kirin
Li paytext Ottawa ya Kanada, Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya parlamentoyê li hev civiyan êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê protesto kir.
Li paytext Ottawa ya Kanada, Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya parlamentoyê li hev civiyan êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê protesto kir.
Li Kanada Kurd û dostên wan êrîşên qirker ên AKP’ê protesto kirin.
Li paytext Ottawa ya Kanada, Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya parlamentoyê li hev civiyan êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê protesto kir.
Çalakiya duh ji bo bala raya giştî ya navneteweyî bê kişandin hat lidarxistin bi tevlîbûna 500 Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Meşa li pêşiya Meclîsa Ottowa destpê kir, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi dawî bû. Di daxuyaniya li vir de bal hat kişandin ku bi talîmata AKP’ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin. Hate diyarkirin ku di êrîşên çete û hêzên dewletê de li ser 180’î Kurd hatine qetilkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Ji Ocalan Re Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK, YPG/YPJ” hatin berzkirin.
Navenda Civaka Kurd a Toronto, Navenda Civaka Kurd a Montreal, Komîteya Kurd a Ottowa, Komîteya Jinên Kurd a Toronto, Komîteya Zarokên Kurd a Toronto, Komîteya Ciwanên Kurd a Toronto, Partiya Komunîstên Qûbec û gelek saziyên civaka sivîl tevlî rêxistinê bûn.