Li dijî êrîşên dewleat Tirk çalakiyên girseyî dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 21 rêbendanê 2016, 07:28
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.
DEN HAAG: Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan (KOMAW), di nobeda edaletê ya ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin de, komkujiyên li Cizîrê protesto kir. Di dema çalakiyê de, li ser komkujiyên li Kurdistanê tê kirin, dosya pêşkêşî rayedarên parlamentê û şaredariyê hat kirin. Di çalakiyê de ji bo meşa roja Yekşemê banga tevlîbûnê hat kirin.
VILLIERS-LE-BEL: Kurdistaniyên li bajarê Vîllîers-Le-Bel ê Fransayê û derdora wê dijîn, bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakiyek pêk anîn. Kurdistaniyên li ber gara trenê li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Berxwedana Cizîrê, Sûrê" meşiyan. Çalakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.
BRUKSEL: Kurdistaniyên li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li paytexta Belçîka Brukselê li hev civiyan, xwestin komkujiya li Parîsê bê ronîkirin û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, şermezar kirin.
HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi armanca agahdarkirinê kon veda û bi sedan belavok belav kir. Li ser banga Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tevlîbûna saziyên Elman daxuyaniyek hat dayîn. Çalakiya agahdarkirinê wê heta roja Înê li Meydana Kropcke bidome. Ji bo meşa 23'ê Çileyê roja Şemiyê saet di 14:00 a li Meydana Steîntor a Hannoverê jî banga tevlîbûnê hat kirin.
HAMBÛRG: Li Hambûrg Altona mîtîngek hat lidarxistin. Piştî daxuyaniya li ser navê NAV-DEM û Meclîsa Jinê ya Rojbîn hat xwendin, nivîskar Anja Flach li vir peyivî û têkiliyên hikûmeta Elma bi Tirkiyeyê re bi tundî rexne kir. Flach ji Elmanya xwest, ku desteka xwe ya ji bo Tirkiyeyê tavilê bi dawî bike. Rêze çalakiyên li Hambûrgê wê îro saet di 16:00 de bi mîtîngek Ciwanên Azad a li Monckebergstrasseyê dewam bike. Kurdistanî wê ji bo tevlî çalakiya li Berlînê ya ji bo şermezarkirina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bibe, sibe saet di 06:30 de ji ZOB'ê bi otobusan bi rê bi kevin.
BREMEN: Li bajarê Elmanya Bremenê, bi armanca balkişandina ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, bi pêşengiya Tevgera Jinê çalakiya 'deng derxistinê' hat lidarxistin. Jinên Kurdistanî yên li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê li ber Gara Trenê li hev civiyan, pêkanînên faşîzan û komkujiyên dewleta AKP li Kurdistanê dike, şermezar kirin. Jin ji vê derê bi qîrîna dirûşmeyan heta ber Parlamenta Eyaleta Bremenê meşiyan.
VIYANA: Jinên Kurdistanî yên li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê li hev kom bûn, tevî komkujiya Parîsê, komkujiyên li Kurdistanê tên kirin jî şermezar kirin. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, dewleta Tirk bi zanebûn û rêk û pêk komkujiyan dike.
WÛPPERTAL: Bi organîzeya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Wûppertalê re bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Cîty Arkadenê li hev civiyan û terora dewleta Tirk lanet kirin. Çalakgeran bi qîrîna dirûşmeyan berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Çalakger ji vê derê meşiyan û piştî meşeke dirêj careke din li Cîty Arakadenê vegeriyan û bi dayîna daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.