Akademîsyenên Ewropî: Em destekê didin hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê!

Akademîsyenên Awûstûryayî û Swîsreyî, ji bo destekkirina Akademîsyenên ji bo Aştiyê danezanek weşandin û bang li dewleta Tirk kirin ku derhal êrîşên xwe yên li Kurdistanê biqedîne.

Ji bo akademîsyenên li dijî komkujiyên li Kurdistanê gotin, "Em ê nebin hevparê vî sûcî" lê ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hedef hatin nîşandan, desteka li qada navneteweyî zêde dibe.

Bi qasî 400 akademîsyen û lêkolînerên Awûstûryayî û Swîsreyî, ji bo destekê bidin 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' danezanek weşandin.

'EM DESTEKÊ DIDIN AKADEMÎSYENAN Û DAXWAZÊN WAN'

Danezana akademîsyenên ji Ewropa Navîn bi vî rengî ye:

"Em destekê didin hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê!

Weke zanyarên Awûstûryayî û Swîsreyî, em nûçeyên li ser hempîşeyên xwe yên li dijî hovîtiya hêzên ewlekariyê yên li hemberî herêmên Kurdan dengê xwe bilind kirin tên weşandin,bi fikar dişopînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, zanyar weke 'xayîn' îlan kir. Li ser vê yekê, li hemberî zanyaran li zanîngehan lêpirsînên dîsîplînê hatin destpêkirin û bi îdîaya 'piştgiriya ji bo terorîzmê', 'Miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê biçûk xistine' dozgerî ket nava tevgerê. Organên çapemeniyê yên xwecihî û neteweyî yên alîgirê hikûmetê, ji 10'ê Çileyê û vir ve li hemberî van zanyaran kampanya tevdanê dimeşînin, komên faşîst ketin nava hewldanên lînckirinê û beşek ji hempîşeyên me rastî gefa mirinê hatin. Patronekî mafya yê faşîst ku piştgiriya wî ya ji bo partiya hikûmetê tê zanîn, sonda 'Em ê xwîna zanyarên xayîn biherikînin û bi xwîna wan xwe bişon' xwar. Her wiha gelek zaynar ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, ew derxistin pêşberî dozgeriyê û li malên wan lêgerîn hat kirin.

Em bang li hikûmeta Tirk dikin ku derhal dest ji vê nêçira siyasî ya li hemberî zaynaran berde û azadiya akademî û ramanê ewle bike. Her wiha em destekê didin daxwazên Akademîsyenên ji bo Aştiyê yên ji bo sekinandina şîdeta li herêma Kurdan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan."

AKADEMÎSYENÊN MORA XWE DANÎNE BINÊ DANEZANÊ

Beşek ji akademîsyenên mora xwe danînê binê vê danezanê wiha ye:

"Prof. Dr. Ulrich Brand, Prof. Dr. Markus Wenninger, Prof. Dr. Paul Kellermann (Teqawît), Prof. Dr. Adi Wimmer, Prof. Dr. Karl Fallend, Prof. Dr. Christoph Gorg, Prof. Dr. Kirsten von Elverfeldt, Prof. Elena Luptak, Prof. Dr. Angelika Wiegele, Prof. Dr. Hermann Hellwagner, Prof. Dr. Tina Bahovec, Prof. Dr. Alice Pechriggl, Prof. Dr. Axel Krefting, Prof. Dr. Susann Heenen-Wolff, Prof. Dr. Ernst Kotzmann, Prof. Dr. Helmut Haberl, Prof. Dr. Ulrike Loch, Prof. Dr. Günter Getzinger, Dr. Berxwedan Omer, Dr. Christian Promitzer, Dr. Hakan Gürses, Dr. Doris Moser, Dr. Johannes Steuer, Dr. Lambert Gneisz, Dr. Manfred Aichinger, Dr. Markus Brunner, Dr. Michael Huttler, Dr. Reinhard Kacianka, Dr. Tatjana Markovic, Dr. Thomas Schmidinger, Dr. Vera Ahamer, Dr. Agnes Grond, Dr. Andrea Mastalir, Dr. Anna Geyer, Dr. Barbara Preitler, Dr. Betul Bretschneider, Dr. Claudia Grabner, Dr. Dilek Halici, Dr. Ewa Dziedzic, Dr. Hande Saglam, Dr. Helga Neumayer Dr. Iris Mendel, Dr. Karin Tschare, Dr. Katharina Brizic, Dr. Melanie Pichler, Dr. Nadja Danglmaier, Dr. Sandra Pötz, Dr. Ursula Kubes-Hofmann, Dr. Verena Krausneker, Dr. Zeynep Arslan, Ramona Ambs."

PSÎKOLOGÊN AWÛSTÛRYAYÎ JÎ DESTEK DAN

Li Awûstûryayê jî, Yekîtiya Psîkologên Rexnegir (GkPP) ku rêxistineke pîşeyî ya xwedî zêdeyî hezar psîlogokên endam e, nivîsek weşand û banga destekkirina akademîsyenên li Tirkiyeyê kir. Di mesaja li ser navê Serok Andrea Bîrbaumer de hat gotin, "Weke GkPP, em radigihînin ku piştgiriyê didin hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê. Em azadiya ramanê, sekna alîgirê aştiyê û dijberiya binpêkirina mafên mirovan, destek dikin."