Li ser beşdarên civîna li bajarê Swîsre Cenevreyê ya li ser rewşa Sûriyeyê, rewşa xumamî didome. Ji aliyên DYA û Rûsyayê der barê PYD û nûnerên gelê Kurd de daxuyaniyên cuda hatin. Rêveberiya Rojava jî diyar kir, biryarên Cenevreyeke ew lê ne amade ye, ji bo wan derbas nabe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner têkildarî hevdîtinên 29'ê Çileyê destpê bikin de, li ser venexwendina PYD'ê ji bo muzakereyên li Cenevreyê, nirxandinên balkêş kir.
Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de bal kişand ser şantaja 'Eger PYD beşdar bibe em ê boykot bikin' a Tirkiyeyê û got, "Em dizanin, li ser beşdaran nêrînên ji hev cuda hene. Wekî din, navê beşdaran jî tercîha Staffan De Mîstûra ye. Em jî destekê didin rê û rêbaza hilbijartina mûxalîfên Sûriyeyê."
GELO DYA SERÎ LI BER ŞANTAJÊ TEWAND?
Toner da xuyakirin ku Tirkiye ya hewl dide temsîliyeta nûnerên gelê Kurd asteng bike, endamê Koma Destekkirina Sûriyeyê ya Navneteweyî (ISSG) ye û îdîa kir, ku di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûye. Toner got, "Bi awayekî mafdar hin gumanên xwe hene. Aştî û pêkhatina sîstema li Sûriyeyê, yekser gefê li wan dixwe ji bo wan ev yek pirsgirêka hebûnî ye."
Mark Toner diyar kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) hînê lîsteya komên beşdarî hevdîtinan bibe aşkere nekiriye û got, "Lê belê bi qasî ku me jê fêm kiriye, PYD wê di civîna vê hefteyê de ne amade be."
Toner anî ziman ku Tirkiye hevalbendê wan ê NATO'yê ye, ew timî pê re hevdîtinan dike, lê der barê detayên hevdîtinan de agahî neda.
Ev gotinên Toner weke ku 'DYA serî li ber şantaja boykotê ya Tirkiyeyê tewand' hat şîrovekirin.
'CENEVRE YA VÎNA ROJAVA TINE DIHESIBÎNE, BIRYARÊN WÊ JÎ KURDAN ELEQEDAR NAKE'
TEV-DEM dide zanîn ku tevlînebûna PYD'ê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, hevdîtinên Cenevre-3 dike ku binketî be.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl destnîşan kir, ku civîna Cenevreyê ya vîna gelê Kurd nas nake, çi encam jê derkeve û çi biryar were girtin wê ji bo Kurdan derbas nebe. Xelîl diyar kir ku ew ê bi mîlîmekê jî ji Projeya Sûriyeya Demokratîk venegerin û xebatên xwe bi biryardarî bidomînin.
RÛSYA: BÊYÎ KURDAN LI SER SIBEROJA SÛRIYEYÊ BIRYAR NIKARE WERE GIRTIN
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov jî da xuyakirin, ku ji bo qonaxa destpêkê ya hevdîtinên li Cenevreyê, ji PYD'ê re vexwendîname nehatiye şandin. Gattîlov diyar kir, Nûnerê Taybet ê NY Staffan De Mîstûra ji bo PYD'ê cih veqetandiye û ev yek tê wê wateyê ku PYD wê di qonaxên pêş ên van hevdîtinan de bê vexwendin.
Gennadiy Gatîlov got, "Li gorî me divê Kurd di hevdîtinan de hebin. Ji ber ku Kurd beşeke girîng a gelê Sûriyeyê ye û beşeke girîng a xaka Sûriyeyê kontrol dikin. Lewma bêyî Kurdan ti pirsgirêk çareser nabe û li ser siberoja Sûriyeyê bêyî Kurdan nayê qebûlkirin ku biryarek bê stendin."