132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend: Em amade ne ku birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin
132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend gotin, “Li Cizîrê mirovatî dimire”, dan xuyakirin ku amade ne birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin.
132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend gotin, “Li Cizîrê mirovatî dimire”, dan xuyakirin ku amade ne birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin.
Kadîr Înanir, Vedat Turkalî, Rakel Dînk, Mûrathan Mûngan, Lale Mansûr, Ayşegul Dogan, Umît Kivanç, Baskin Oran, Osman Kavala, Migirdiç Margos, Oya Baydar û Levent Gultekîn jî di nav de 132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend gotin, “Li Cizîrê mirovatî dimire”, dan xuyakirin ku amade ne birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin.
Ji birîndarên li ‘bodrûma wehşetê” yên li Cizîrê di roja 10. de ne, ev demek qasî 50 saetan dirêj agahî nayê girtin, li dijî bêberpirsiyatiya dewleta Tirk jî bertek mezin dibin.
132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend gotin, “Li Cizîrê mirovatî dimire”, dan xuyakirin ku amade ne birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin.
Di deklarasyona rewşenbîran de hat destnîşankirin ku ji pevçûnan ve li Cizîrê 66 sivîl ji êrîşên hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dane, hat bibîrxistin ku tevî biryara tedbîrê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî Cîhan Karaman, Serhat Altûn û Huseyîn Paksoy ên ji bo rakirina nexweşxaneyê destûr nehat dayîn jiyana xwe ji dest dan.
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku ji ber birîndarên li “bodrûma wehşetê” bi rojan e sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, hat ragihandin ku ji birîndarên din jî ti agahî nayên girtin, her tim fikarin di her kêliyê de dikarin jiyana ji dest bidin tê jiyîn.
Di deklerasyonê de wiha hat gotin: “Ji aliyê şahidên bûyerên her tim ji çapemeniyê re tê ragihandin ku kolan û avahiya van kesana tê bomberdûmankirin. Di serî de wekîlê HDP’ê Faysal Sariyildiz, koma HDP’ê, rêxistinên mafên mirovan, raya giştî ya demokratîk tevî hewldanên rizgarkirinê pêş dixin jî bê encam dimînin, hatiye fêmkirin ku dildar û heyetên ji bo rizgarkirinê diçin tên astengkirin. Hêjayî gotinê ye ku dixwazin di weşana zindî de me bikin şahidên mirina van kesana. Em bi trajediyeke erjenk re rû bi rû ne. Di mijara ji bo sewqkirina nexweşxaneyê rawestandina operasyonan de Dadgeha Makezagonê biryara tedbîrê qebûl nekiriye, DMME jî mijar talûqî 2’ê Sibatê kiriye. Bi mirina mirovahiyê re mirina hiqûq û saziyên dewletê jî destpê kiriye.”
Di deklerasyonê de hat destnîşankirin ku bi rizgarkirina birîndaran neqla wan a nexweşxaneyê neçariyek mirovî û dewletê ye, wiha dewam kir: “Em kesên ku îmzeyên wan hene, em bang li kesên ku di dilên wan de hindik be jî hezkirina mirovan heye dikin. Yê bi birîndarî li benda rizgarkirinê be her kî dibe bila bibe, dirêjkirina destên mirovî pêwîstiya mirovahiyê ye. Di qanûn û hiqûqa dewletê de jî neçariyek e. Dema ku şerê çekdarî dikeve asteke hovîtiyê ji bilî banga wijdanê mirovahiyê em ti rêyên din nabînin. Kuştin û mirin di heman demê de kuştina mirovahiyê ye. Ji bo aştiya me ya civakî tine nebe û em nirxên xwe yên mirovî winda nekin, em ji bo 15 jê birîndar 24 kesên li Cizîrê bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyê bikin bang li rayedarên dewletê dikin. Eger hûn wan rizgar nekin em amade ne ku rizgar bikin.”
Navên îmzeya xwe danîne bînê danezanê bî vî rengî ye: Ozturk Turkdogan, Kadîr Înanir, Mûrathan Mûngan, Tarik Zîya Ekîncî, Vedat Turkalî, Rakel Dînk, Julîde Kûral, Ayşegul Devecîoglû, Lale Mansûr, Ayşegul Dogan, Ümît Kivanç, Baskin Oran, Orhan Alkaya, Alî Nesîn, Celal Başlangiç, Adalet Agaoglû, Omer Laçîner, Omer Farûk Gergerlîoglû, Oya Baydar, Osman Kavala, Hakan Tahmaz, Abdulbakî Erdogmûş, Şanar Yûrdatapan, Perîhan Magden, Zeynep Tanbay, Ufûk Uras, Migirdiç Margos, Îmam Taşçier, Huda Kaya, Nûrcan Baysal, Levent Gultekîn, Latîfe Tekîn, Jaklîn Çelîk, Ayça Damgaci, Zeynep Tozdûman, , Sîbel Ozbûdûn, Temel Demîrer, Melek Goregenlî, Pinar Aydinlar, Reyan Tûvî, Sînan Keskîn, Ferhat Tûnç, Mûteber Ogreten, Turkcan Baykal, Erdal Dogan, Bulent Atamer, Atîlla Dûrak, Yucel Tûnca, Îbrahîm Sedîyanî, Hanîfe Yuksel, Asûman Bayrak, Semra Somersan, Oktay Etîman, Neşe Yaşin, Baha Cengîz Turer, Yavûz Ata, Mûzaffer Kûrtoglû, Cafer Solgûn, Seçkîn Ozsoy, Mehmet Akyurek, Cem Ozatalay, Halîl Savda, Erhan Yalçindag, Perî Pamîr, Tulay Ozturk, Meral Geylanî, Yannîs Vasîlîs Yaylali, Aksel Avan, Onûr Hamzaoglû, Gulay Bûlût, Ebrû Ergun, Ayşe Erzan, Abdûlhakîm Daş, Gonca Gedîkoglû, Yucel Demîrer, Orhan Sîlîer, Dîlek Hattatoglû, Fethîye Çetîn, Zîynet Ozçelîk, Yildiz Tar, Mûstafa Ogûz Sînemmîllîoglû, Kûbal Altinel, Semîh Bîlgen, Selîm Temo, Yalçin Ergundogan, Emel Atakturk, Ozlem Dalkiran, Ozan Tellî, Ahmet Bulent Ozer, Hasan Ozpolat, Melek Ulagay Taylan, Mehmet Fatîh Tiraş, Tûna Altinel, Bîlge Selçûk, Tatyos Bebek, Oktay Etîman, Neşe Yaşin, Evrîm Kaçar, Dîlek Gokçîn, Umûr Coşkûn, Mehmet Akyurek, Denîz Kologlû, Erkan Arslan, Evrîm Karakaş, Seher Kalkan, Ugraş Salman, Zelal Ekîncî, Ercan Îpekçî, Arîf Alî Cangi, Meryem Koray, Însel Silade, Ercan Zîncîr, Rojbîn Tûgan Kalkan, Ayten Alkan, Ugraş Salman, Bîrgul Taştan, Firak Gokal, Hade Turkmen, Z. Zevan Karabûlût, Batûr Talû, Hanîfe Yuksel, Başak Tan, Demîr Kuçukaydin,Şenol Karakaş, Feyha Karsli, Evrîm Kavcar, Yonca Demîr, Kurşat Aker, Adnan Firat Bayar, Osman Mûrat Ülke, Zehra Soydan ve Hayrettîn Bûlan.