Delîl nîşan didin ku her 6 kes hatine înfazkirin

Bi delîlên xurt tê gotin ku yek jê jin 6 kesên berî du rojan cenazeyên wan li Cizîrê hatin dîtin, hatine înfazkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin, herêma cenaze lê hatin dîtin di bin kontrola hêzên dewletê de ye û şer lê neqewimiye.

Bi delîlên xurt tê gotin ku yek jê jin 6 kesên berî du rojan cenazeyên wan li Cizîrê hatin dîtin, hatine înfazkirin. Cenazeyên 4 kesan li mutbexa xaniyekî, yek li banyoya malekê û cenazeyê din jî li kadîna malekê hat dîtin. Şahidên bûyerê nexwestin navên wan were aşkerekirin û diyar kirin, ku li vê herêmê şer neqewemiye. Şahidan fikarên xwe yên li ser înfazê bilêvkirin. Yek ji şahidan da zanîn, ku kesên înfaz pêk anîn riya wan dirêj bû, bi Tirkiyeke nebaş diaxivîn, bi devoka Tirkmenî yan jî Azerî axivîne.

Şahidê bûyerê da xuyakirin, ku li mutbexa maleke li Kolana Reyhan a li taxa Cûdiyê 4 kes hatine qetilkirin, piştî vê komkujiyê cenaze demeke dirêj li wir hatine hiştin û 2 ji cenazeyan hatine şewitandin. Şahid anî ziman ku herêm di bin kontrola hêzên dewletê de ye, wî bi xwe kêliya komkujiyê nedîtiye, lê belê piştre çûye vê malê û got, "Dema ketim hundirê mala li nêzî Navenda Bazarê ya Sariyildiz, min dît ku li mutbexa malê 4 cenaze hene. Xanî şewitî bû. Lê temamiya malê neşewitî bû. Bi tenê aliyê mutbexê şewitî bû. Temamiya mutbexê jî neşewitî bû. Li mutbexê 4-5 tupên biçûk hebûn, lê ti ji wan neteqiya bûn. Eger ew tup teqiya bûna, xanî bi temamî bişewitiya."

Şahid ragihand ku 2 ji cenazeyan bi hev ve bûn û bi temamî şewitî bûn, 2 cenazeyên din jî li korîdora malê bû, yek jê ya jinekê bû. Şahidê bûyerê got, "Xuya ye ya benzîn ya jî tiştekî din lê kirine û şewitandine. 2 cenaze şewitî bûn. 3-4 metre li aliyê din yek jê jin cenazeyên 2 kesan hebûn. Ew li korîdorê bûn. Ji navê û ber bi jêrê yê cenazeyê jinê tinebû. Xuya ye bi bombe yan jî tiştekî din bûye."

Şahidekî din ê bûyerê ku cenazeyekî din ê li kolana heman piştî vê malê dît, got "Li kêleka mizgeftê mala Salîh Candro heye. Li cihê mala kurê wî Îdrîs Candro heye, cenazeyek rakirin. Bawerim ji banyoya malê derxistin. Nava cenaze vekirî bû. 5-6 gule li navê ketibû. Li wir înfaz kirin an jî bi birîndarî xwe li wir girt, nizanim." 

Li jêrê mala Kamîl Atak cenazeyek hat dîtin. Welatiyê ji vê bûyera li Kolana Guluşukê şahidî kir anî ziman ku cenaze li jêrê malên sercerdevan Kamîl Atak û xizmên wî hatiye dîtin. Şahid destnîşan kir ku ev herêm ne herêma şer lê diqewime ye û got, "Li wir şer tinebû. Tîmên taybet ji kadîneke li jêra mala Kamîl Atak cenazeyek birin. Cenazeyê zilamekî bû. Sînga wî bi temamî qul kiribûn. Ne tiştekî ku bi guleyê bibe, bû."

Şahidê bûyerê anî ziman ku li heman kolanê 2 jin hatine binçavkirin, polîsê riya xwe dirêj bi yek ji jinan re axiviye, lê belê bi Tirkiyeke neçê peyiviye, bi zaravayê nêzî Tirkmenî yan jî Azerî peyivî ye. Şahid got, "Li wir jinek girtin. Kinik bû, bi qasî 40 salî bû. Polîsekî kincê sivîl lê yê riya wî dirêj hat cem. Dest bi axaftinê kir. Lê belê Tirkiya vî polîsî nebaş bû. Bi Tirkiyeke nêzî Tirkmenî, Azerî diaxivî. Eger ev kes pê re axivî, hingî serkêşê wan ev bû. Dema axaftina xwe neda fêmkirin, bang li yekî din kir û wî kesî tercûmanî kir. Min bihîst bi wê Tirkiya nebaş ji jinê re got, 'Hûn bi hev re derketin, min bi zanebûn gule berneda te'. Dûre jineke din girtin. Ew herêm bi temamî di bin kontrola polîsan de ye."

Ev rewşa heyî îdiayên ku Tirkiye komên tirmen ên di nava çeteyên DAIŞ, El Nusra û Ehrar El Şamê di êrîşan de bi kar tîne xist hişê mirovan.