Gelê Kurd li hemberî AKP’ê daketin kolanên Elmanya û Fransayê
Li hember qatlîamên AKP’ê li Ewropayê çalakî berdewam dikin. Di çalakiyên ku xwerêveberî tên silavkirin de, banga hestiyariyê li Ewropa hat kirin. Li Berlîn û Kolnê sibehê wê çalakî bên lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 29 rêbendanê 2016, 16:35
Li hember qatlîamên AKP’ê li Ewropayê çalakî berdewam dikin. Di çalakiyên ku xwerêveberî tên silavkirin de, banga hestiyariyê li Ewropa hat kirin. Li Berlîn û Kolnê sibehê wê çalakî bên lidarxistin.
STUTTGART
Li bajarê Stuttgartê ê Elmanyayê çalakiyên ciwanan berdewam dikin.
Ciwan li dijî qetlîamên li Bakurê Kurdistanê li Stuttgartê parlementoya Baden-Wûrttemberg dagir kirin. Ciwanên ku çalakiya rûniştinê li dar xistin, xwestin bi dosyaya di destên wan de bi rayedarên parlementoyê re baxivin.
Tevî hatina polîsan jî ciwanan dest ji çalakiya xwe bernedan û gotin ku heta bi rayedaran re naxivin wê çalakiya xwe berdewam bikin.
REÎMS
Li bajarê Reîms ê Fransayê 3 ciwanên Kurd, Yakup Ateş, Nedîm Tutmaz û Enver Akdenîz dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakvan bi çalakiya xwe ve balê dikişînîn ser qetlîamên li Bakur.
BERLîN
Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropayê jî ji bo tevlîbûna mîtînga 30’ê Çileyê ya li pêşiya parlamentoya li Berlînê banga tevlîbûnê kirin. Federasyona Elewîyên Demokratîk ên Ewropayê (FEDA) berxwedanê Cizîrê û Sûrê jî silav kir.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji protestokirina qetlîamen li Bakurê Kurdistanê û silavkirina berxwedana xwerêveberiyan çalakî hat lidarxistin. Çalakî, di 30’ê Çileyê de tê lidarxistin.
Çalakî li Kolnê saet 14.00’an li peşiya Dêra Domê wê pek were.