Li Essenê gerîlayên li Wanê hatin qetilkirin hatin bîranîn
Li bajarê Essen ê Elmanya 12 gerîlayên HPG’ê yên li Wanê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk meş hat lidarxistin. Bi heman armancê gel li Bochûmê jî meşiya.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 30 rêbendanê 2016, 18:25
Li bajarê Essen ê Elmanya 12 gerîlayên HPG’ê yên li Wanê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk meş hat lidarxistin. Bi heman armancê gel li Bochûmê jî meşiya.
Malbatên şehîdan, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Essenê H. Cemîl, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropa Ahmet Aktaş, li ser navê NAV-DEM’Ê jî Îsmet Kem tevlî bîranînê bûn.
Di axaftinan de hat ziman ku bi awayekî aşkera Erdogan li hember Kurdan têk çûye. Hat diyarkirin ku di xendekan de mayî û êrîşî akademîsyenan kiriye.
Piştî axaftinan, li kolanên qelebalix ên Essenê meş hat lidarxistin. Hemwext li bajarê Bochûmê jî mîtîng û meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Xwîna Zarokan Wê Te Di Qesrê De Bifetisîne” hatin berzkirin.
Di mîtîngê de dirûşmêyên xwedî li berxwedanên Cizîr, Sûr, Nisêbîn derdikevin hatin qîrkirin, dowîz hatin rakirin.