Ji bo girtiyên nexweş 3 bajar daketin kolanan

Li Stenbol, Îzmîr û Edenê di pêşengiya ÎHD'ê de parazvanên mafên mirovan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş civiyan û bang li hikumeta AKP'ê kirin ku girtî demildest serbest werin berdan.

Li Stenbol, Îzmîr û Edenê di pêşengiya ÎHD'ê de parazvanên mafên mirovan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş civiyan û bang li hikumeta AKP'ê kirin ku girtî demildest serbest werin berdan. Di çalakiyan de hate gotin ku girtiyên nexweş ji ber biryara siyasî ya hikumeta AKP'ê serbest nayên berdan. 
STENBOL
Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi daxwaza serbest berdena girtiyên nexweş 202'emîn çalakiya "Rûniştina F" li ber Lîseya Galatasareyê lidarxistin. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan wêneyên girtiyên nexweş hilgirtin. 
Li ser navê komê Endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD a Stenbolê Sevîl Ateş daxuyaniya çapemeniyê da. Ateş di çalakiya vê heftê de balê kişand ser girtiyê nexweş ê bi navê Aydin Degîrmencî ku nexweşê pençeşêra roviyan, şekir û tansiyonê ye. Ateş da zanîn ku Degîrmencî di sala 2013'an de hatiye girtin û ji wê demê heya niha ji çend girtîgehan jî hatiye sirgûnkirin. 
Ateş, di axaftina xwe de beşeke nameya ku Degîrmencî nivîsiye xwend. Degîrmencî di nameya xwe de da zanîn ku 20 girtiyên nexweş ji bo tedawiyê birine Girtîgeha Tîpa M ya Wanê lê bêyî ku tedawiya wan were kirin ew sirgûnî girtîgehên Derya Reş kirine. Degîrmencî her wiha di nameya xwe de anî ziman ku dermanên wî yen şekir xilas bûye, cîhaza wî jî bikar nayê.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû. 
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Xarpetê, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyaniya çapemeniyê da. Rêvebirê ÎHD'ê Ahmet Çîçek diyar kir ku ew ji bo girtiyên nexweş bikaribin xwe bigihînin mafê xwe yê herî bingehîn ango mafê jiyanê, têkoşînê dimeşînin. Çîçek balê kişand ser girtiyê nexweş ê bi navê Faruk Ruzgar û da zanîn ku 30 sal i nexweşê şekirê ye. Çîçek anî ziman ku Ruzgar jiber şekirê bilind felç bûye û banga serbest berdena wî kir. 
EDENE
Şaxa ÎHD'ê ya Edenê jî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li Parka Înonuyê daxuyaniya çapemeniyê da. Li ser navê girseyê Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Nejat Okay daxuyaniya çapemeniyê da. Okay destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi biryareke siyasî serbest nayên berdan û mehkûmê mirinê têne kirin. Okay bibîrxist ku 300 ji wan giran 757 girtiyên nexweş di girtîgehê de ne û balê kişand ser Abdulhakîm Demîr ê li Girtîgeha K1 ya Karaîsalî. Okay da zanîn ku Demîr nexweşxê pençeşêrê û Hepatît C ye û bang kir ku demildest serbest were berdan. 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.