NAV-DEM'ê ji bo meşên navendî yên 30'ê Çileyê yên li Elmanyayê bang kir

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê, ji bo meşên li Berlîn, Koln, Frankfûrt û Stûttgartê yên li dijî dewleta Tirk, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de bal hat kişandin ser êrîşên barbarî yên dewleta Tirk dibe ser xwerêveberiyên li Kurdistanê û hat bibîr xistin, di encama doprêçiya li Cizîrê de ji birîndaran 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. NAV-DEM'ê da zanîn, dewlet birîndaran bi zanebûn hedef digire û diyar kir, ku dewleta Elman bi polîtîkayeke durû re bûye hevparê sûcên şer ê dewleta Tirk.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de bang li hemû şoreşger û demokratan hat kirin, ku beşdarî meşên navendî yên 30'ê Çileyê bibin. 

Meşên di 30'ê Çileyê de werin lidarxistin ev in:

BERLÎN

Meş wê ji aliyê ABDEM, Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger û NAV-DEM'ê ve bê organîzekirin. Ji Berlîn, Dresden, Halle, Magdebûrg, Hannover, Oldenbûrg, Lohne, Kassel, Kîel, Hambûrg, Aûrîck, Bremenhafen, Ergûrt, Celle Kurdistanî û dostên wan wê tevlî bibin. Çalakî wê saet di 15'an de li Potsdamer Platzê destpê bike.

KOLN

Çalakî wê bi pêşengiya YJK-E bê lidarxistin û ji Osnabruck, Munster, Bîelefeld, Hagen, Dortmûnd, Essen, Dûîsbûrg, Dusseldorf, Wûppertal, Koln, Leverkûsen, Duren, Aachen, Bonn û Troîsdorfê Kurdistanî û dostên wan tevlî bibin. Çalakî wê saet di 14:00 de li Roncallîplatzê destpê bike.

FRANKFÛRT

Çalakiya hevpar a ABDEM, Yekîtiya Hêzê û NAV-DEM'ê wê bi beşdariya Kurd û dostên wan ên ji bajarên Gîessen, Frankfûrt, Hanaû, Maînz, Offenbûrg, Nurnberg û Saarbruckenê pêk were. Çalakî wê saet di 14'an de li Kaîserstrasse (Pêşiya HBF) destpê bike.

STÛTTGART

Çalakiya li vir jî wê bi pêşengiya YJK-E pêk were. Ji Stûttgart, Mucnhen, Bodensee, Freîbûrg, Pforzheîm û Heîlbronnê wê Kurdistanî û dostên wan lê amade bin. Çalakî saet di 16'an de wê li Lûtenschlagerstrasse (Pêşiya HBF) destpê bike.