Polîsan zarokê 16 salî hem birîndar kirin hem jî kirin binçavan
Zarokê 16 salî A.Y.K. ê pêr bi şev li Edeneyê bi guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya wî ya li nexweşxaneyê biqede, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Zarokê 16 salî A.Y.K. ê pêr bi şev li Edeneyê bi guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya wî ya li nexweşxaneyê biqede, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Li taxa Barbaros a navçeya Edene Seyhanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê û dorpêçiya li ser Kurdistanê, çalakiyek hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û zarokê bi navê A.Y.K. ê 16 salî ji lingê wî birîndar kirin. A.Y.K. duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê hat emeliyatkirin. Lê belê polîsên Tirk nehiştin tedawiya wî temam bike û bi lez û bez ew kirin binçavan.
Piştî ragirtina li emniyetê A.Y.K. sewqî dozgeriyê hat kirin.