Odabaşi yê mora xwe danî binê danezana 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' ji kar hat derxistin
Hîndekarê Zanîngeha Îstanbûl Aydin Alk. Doç. Dr. Battal Odabaşi yê mora xwe danî binê "Em ê nebin hevparê vî sûcî" ji kar hat derxistin.
Hîndekarê Zanîngeha Îstanbûl Aydin Alk. Doç. Dr. Battal Odabaşi yê mora xwe danî binê "Em ê nebin hevparê vî sûcî" ji kar hat derxistin.
Hîndekarê Zanîngeha Îstanbûl Aydin Alk. Doç. Dr. Battal Odabaşi yê mora xwe danî binê "Em ê nebin hevparê vî sûcî" ya Akademîsyenên ji bo Aştiyê, ji kar hat derxistin.
Rektoriyê ji Odabaşi xwest mora xwe ji binê danezanê rake û heta roja Duşemê wext da Odabaşi. Odabaşi jî ev daxwaza rektoriyê red kir û mora xwe ji binê danezanê ranekir. Rektoriyê, ku zexta îstifayê li Odabaşi kir, di dawiya dawî de ew ji kar derxist.
Di vê navberê de 2 hezar 279 akademîsyen û lêkolîneran mora xwe danîne binê metnê. Ji van akademîsyenan heta niha 29 akademîsyen ji wezîfeyê hatine dûrxistin.