Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch-HRW) li Cezayîr Restorantê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna ku pisporên HRW lê amade bûn de, rapora li ser binpêkirina mafên mirovan a welatan hataşkerekirin. Di civîna ku ji çapemeniya derve û hundir beşdariyeke xurt çêbû de, Dîrektorê Îcra yê HRW Kenneth Roth û Nûnera Tirkiyeyê Emma Sîclaîr Webb axivîn.
Roth di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, teqînên li Enqere û Parîsê rê li ber tirseke mezin vekiriye û li gelek welatên cîhanê rêveberiyên otorîter xurt bûne. Roht da xuyakirin, ku sedema aşkerekirina rapora xwe li Tirkiyeyê ew e, ku li Tirkiyeyê zexteke giran heye.
Roth bal kişand ser zexta li rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê tê kirin û anî ziman, ku ne tenê Li Rûsya û Çînê, li Belarûs, Azerbaycan, Kazakîstan, Hîndîstan, Misir, Erebîstana Siûdî, Fas û li Tirkiyeyê zexteke mûezem heye.
WEBB: ERDOGAN ATMOSFEREKE TIRSÊ AFIRAND
Nûnera Tirkiyeyê Emma Sînclaîr Webb jî di axaftina xwe de ragihand, ku li Tirkiyeyê lîderên siyasî bi taybetî jî Serokkomar li ser mûxalîfan tirseke mezin afirandiye û got, "Me dît ku di dema dawî de mafên mirovan li Tirkiyeyê derbên gelekî cidî xwar. Ez bawerim di tevahiya dîroka xwe de paşdeketineke di vê astê de nehatiye dîtin. Lîderên welêt, hemû astengiyên li pêşiya erkên xwe radikin. Ji bo Tirkiyeyê pêşeroj tarî dixuye. Ev yek ji bo tevahiya herêmê derbas dibe. Eger Tirkiye mafên mirovan ji nedîtî ve were, wê rewş bi vî rengî be."
'PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ JI ME TARÎ DIXUYE'
Webb da da zanîn ku di pirsgirêka Kurd de pêvajoya çareseriyê qediya ye, zexteke giran li ser çapemeniyê heye û got, "Pêşeroja Tirkiyeyê ji me tarî dixuye. Di destpêkê de ez dixwazim qala pirsgirêka Kurd bikim. Di havîna bihurî de kesî texmîn nedikir ku rêbaza aştiyane ya çareseriya pirsgirêka Kurd têk biçe û şîdet dijwar bibe. Di vir de mirov dibîne, ku hêzên ewlekariyê yên dewletê amade ye, şer derbasî navenda bajaran bike. Qedexeyên derketina derve demeke dirêj e di meriyetê de ne. Li van deran, mirina sivîlan gelekî zêde ye. Herî zêde jî gelê Kurd zerarê dibîne. Gelek mirov neçar man ji malên xwe birevin. Gelek mirov mirin, lêkolînkirina vê gelekî zehmet e. Ji ber ku derketina derve qedexe ye û zexteke giran li ser medyayê heye."
Webb ragihand ku polîtîkaya hikûmetê nikare bê lêkolînkirin û got, "Li Başûrrojhilat şerekî sergirtî tê meşandin. Em bûyerên li navenda bajaran diqewimin nikarin texmîn bikin. Di destpêkê de şerekî ji aliyê polîsan ve hatibû meşandin bû, piştre leşker ket nava kar. Lewma şer û pêvajoyeke gelekî dijwar diqewime." Webb anî ziman ku hejmara kuştiyên sivîlan ji aliyê dewletê ve nayên ragiahndin, bi tenê kuştiyên polîsan tên gotin.
'TIRKIYE BI HESASIYET NÊZÎ WELATIYÊN XWE NABE'
Webb axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Danê vê sibehê ez bi mirovên li Cizîrê re axivîm. Hînê 4 jê mirî 28 kes li jêrzemîna avahiyekê asê mane. Birîndarên rewşa wan giran hene, yên kangren bûne hene. Ambûlans naçin wê derê. 5 biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene, lê hînê pirsgirêk çareser nebûye. Divê alîkariya tibî were dayîn, lazime hikûmeta Tirkiyeyê tavilê bikeve nava tevgerê. Divê jiyana mirovan were parastin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî dibêje ku Tirkiye bi têrkerî hesasiyetê nîşanî welatiyên xwe nade."
Webb nerazîbûn nîşanî zexta li ser çapemeniyê jî da.
'EM TECRÎDA LI SER OCALAN QEBÛL NAKIN'
Dîrektorê Îcra yê HRW Kenneth Roth bersiv da pirsên rojnamevanan û der barê pirsa li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî vexwendina PYD'ê li Cenevre-3 de wiha axivî: "Ez fêm nakim çima Tirkiye li dijî tevlîbûna PYD'ê ya li civîna Cenevreyê derdikeve. Bi dîtina min mafê PYD'ê ye li Cenevreyê li dora maseyê rûnê. Çima ji ber destpêkirina şerê Erdogan ê li hemberî PKK'ê, Kurd ji mafê xwe yê gotinê yê li dora maseyê bêpar were hiştin?"
Roth li ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, "Divê ti mehkûm neyê tecrîdkirin. Qet nebe bi parêzerên xwe re hevdîtinê karibe bike. Lewma mîna hemû girtiyan em tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin. Em dixwazin zexta li ser wî bê rakirin."