Wêneyê hevalê xwe parve kir, bi 'propagandayê' hat sûcdarkirin

Teknîkerê rontgenê yê li nexweşxaneya dewletê ya li Rihayê Yaşar Çevîk, ji ber ku wêneyê hevalê xwe yê girtî di medya civakî de parve kir, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" bi fermana Walîtiya Rihayê ji kar hat derxistin.

Li hemberî daxwazên mafdar ên gelê Kurd, polîtîkaya înkar, tinekirin, melisandin û zextê ya AKP û dewleta Tirk ku bi pêşengiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve tê meşandin, bênavber dewam dike. 

Yaşar Çelîk (25) ê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Akîf Înan a li Rihayê weke teknîkerê rontgenê dixebite, 2 salan li Amedê, 3 sal jî li Rihayê weke teknîkerê rontgenê li nexweşxaneyê dixebite. Lê belê bi fermana Walîtiya Rihayê re ji nexweşxaneya lê dixebite hat derxistin.

WÊNEYÊ HEVALÊ XWE YÊ MALÊ PARVE KIR, WEKE "PROPAGANDA RÊXISTINÊ" HAT HESIBANDIN

Sedemên ji bo dûrxistina ji kar a Çelîk hatin nîşandan, weke nîşaneyeke polîtîkayên kirêt ên AKP li Kurdistanê dimeşîne ye. Çelîk, di medya civakî de wêneyê hevalekî xwe yê malê ku doza wî hînê dewam dike, parve kir. Ev wêne weke "propaganda rêxistinê" hat hesibandin û Çelîk ji wezîfeya xwe ya li nexweşxaneyê hat dûrxistin. Çelîk ê ku di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin û ev doz hînê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê didome. Tevî ku biryar li ser nehatiye dayîn jî Çelîk ji kar hat derxistin.

'HÎNÊ BIRYAR NEHATIYE DAYÎN, LÊ JI WEZÎFEYÊ HATIM DERXISTIN'

Yaşar Çelîk anî ziman, ku di dema serdegirtinê de lîsteyeke xwînê ya ne ya wî ye û dikare li her derê bê peydakirin, hatiye nîşandan û li ser vê lîsteyê mijara YPG û YPJ'yiyên di dema êrîşên Kobanê de birîndar bûn û li nexweşxaneyê hatin dermankirin li dosyayê hatine bicihkirin. Çelîk got, "Weke personelên tenduristiyê, kîjan nexweş bê nexweşxaneyê, ji kîjan nîjad, ol û zimanî dibin bila bin, em mecbûr in tedawî bikin. Lê belê di vir de, lênêrîna li YPG'yiyan weke hincet hatiye nîşandan û lêpirsîna edlî û îdarî li hemberî min hatiye vekirin. Hefteyekê ez di binê çavan de hatim ragirtin. Me îtiraz kir û di rûniştina destpêkê de serbest hatim berdan. Doza li hemberî min hînê neqediya ye, lê bi fermana Walîtiya Rihayê re ez ji nexweşxaneyê hatim derxistin. Di dozê de rabûn wêneyê hevalê min ê malê yê girtî ye, ku min di medya civakî de parve kir, danîn pêşiya min. Îdîa kirin ku bi vê yekê re min 'propaganda rêxistinê' kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku bêhiqûqiyeke çawa li min tê kirin."

JI RÊVEBERIYA NEXWEŞXANEYÊ HELWESTEKE TRAJÎKOMÎK

Çelîk da xuyakirin, tevî ku ew ji wezîfeyê hatiye dûrxistin jî rêveberiya nexweşxaneyê cezayê hişyarkirinê li wî birî ye û ev yek weke rewşeke trajîkomîk pênase kir. Çelîk ji ber bêhiqûqiya lê hatiye kirin doz vekir û anî ziman, ku ev bûyer parçeyek ji konsepta înkar û tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd e. Çelîk diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî neheqiyê, heta dawiyê bidomîne.

...