Êrîşên AKP'ê li Ewropayê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Cizîr û Sûrê, bi çalakiyan protesto kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Cizîr û Sûrê, bi çalakiyan protesto kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Cizîr û Sûrê, bi çalakiyan protesto kirin.
DORTMÛND
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Dortmûndê dijîn, duh danê nîvro li ber avahiya Şaredariyê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûr û Cizîrê de, dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên Şaredariyê hat kirin.
Li ser navê çalakgeran heyetekê bi Alîkarê Şaredar re hevdîtin kir û dosya pêşkêş kir. Çalakî piştre bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
GOTEBOÛRG
Li bajarê Swîsre Goteboûrg, komek ji Kurdistaniyan pêr bi şev strasyona trenê ya navendî dagir kir. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûr û Cizîrê hatin protestokirin. Çalakî rastî eleqeya mirovên li derdorê hat.
ARNHEM
Li bajarê Hollanda Arhemê, komek ji 25 kesan a ji Navenda Civaka Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz, saet di 14:30 de li avahiya televîzyonê ya Gelderlandê çalakiyek pêk anî. Ji rayedarên televîzyonê hat xwestin, ku bûyerên li Kurdistanê diqewimin, bibînin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
BARCELONA
Li bajarê Katalonya Barcelonayê, endamên Platforma Azadî û Sendîkaya CGT, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Ji Partiya Katalonay CUP parlamenter Eûlalîla Regûant Cûra beşdarî çalakiyê bû û destek da.
LÎEGE
Li bajarê Belçîka Lîege, komek ji Kurdistaniyan li stasyona trenê ya navendî çalakiyek pêk anî. Beşdaran dirûşme qîriyan û belavok belav kirin.
Rawestgeha duyemîn a çalakgeran navenda televîzyonê ya RTBF bû. Çalakgeran li vê derê, li ser rewşa li Kurdistanê agahî dan rayedaran.