‘Divê PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin’

12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li PE duh destpê kir dewam dike. Rûniştina yekemîn a konferasa îro bi mijara “Keşifkirina polîtîkayên nû û çareseriyên herêmî” dewam kir.

12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li PE duh destpê kir dewam dike. Rûniştina yekemîn a konferasa îro bi mijara “Keşifkirina polîtîkayên nû û çareseriyên herêmî” dewam kir. Di rûniştinê de parêzer Antoîne Comte bi mijara “Mafên mirovan, hiqûq û li herêmê polîtîkaya rast” axivî, got ji bo pêvajoya aştiyê bikeve meriyetê divê hiqûq bê xebitandin. Di axaftinên rûniştinê de bal hat kişandin ku divê PKK’e ji “lîsteya rêxistinên terorî” bê derxistin.

Moderatortiya rûniştinê nivîskar Nûrcan Baysal û Parlamentera Partiya Keskan a Avûstûrya Berîvan Aslan kir.

PÎRÎ: DIVÊ TIRKIYE LI HEMBER SERNIVÎSA 23 Û 24’EMÎN A MUZAKEREYÊ BALDAR BE

Raportora Tirkiye ya PE Katî Pîrî di axaftina xwe de wiha got: “Divê ez rapora têkîldarî Tirkiyeyê îro bi dawî bikim. Ez ê raporê teslîm bikim, şêwirmendên min jî bi min re ne, ji bo karibin nîqaşan bişopînin.”

Pîrî wiha dewam kir: “Rapora PE beriya hilbijartinan hatibû amadekirin. 3 salan hêvî hebûn ku wê pêşketin çêbibin. Lê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de piştî HDP’e ket meclîsê rewş guherî. Edaleta Roboskî pêk nehat, pîvanên dewleta hiqûqê bicih nehat, nêzîkatiya li hember Kobanê, di teqînên Pirsûs û Enqereyê de hedefgirtina çepgiran, alîgirên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatin hedefgirtin. Serketina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê, di me de hêvî çêkirin ku wê hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin.” Pîrî got, lê êrîş her çûn zêdetir bûn.

‘DIVÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ JI NÛ VE DESTPÊ BIKE’

Pîrî got meha Kanûnê çûye Amedê, qedexeya kolanan hebû û rewş pir cîdî bû. 

Pîrî got encama herî girîng a qrîza penaberan jî pêkanîna muzakeran e, wiha dom kir: “Tirkiye namzetê YE ye, divê li hember sernivîsên 23 û 24’emîn ê muzakereyê baldar be. Li beranber mafan rêzgirtin, dewamkirina muzakereyên namzetiyê, pêvajoya aştiyê divê ji nû ve destpê bike.”

IRMAK: TIŞTÊ NIHA TÊ JIYÎN PLANA ÎMHAYÊ YE

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak destnîşan kir ku plana îmhayê ya Tirkiye niha pêk tîne, di sala 2014’an dema hevdîtin bi Ocalan re dihate kirin hatiye girtin. Irmak ragihand ku heta 7’ê Hezîranê bi rêbazên mijûlkirinê derbas kirin, dewleta kûr jî hedef dikir ku PKK’ê tasfiye bike, gelê Kurd terbiye bike û serî lê bitewîne. Irmak got bi vê Erdogan dixwest sîstema serokatiyê herêmî bike, wiha dom kir: “Niha li Cizîrê qirkirinek heye, ev ne şerekî hundirîn e, qirkirin e. Em niha bi qirkirinekê re rû bi rû ne.”

Irmak ragihand ku Kurd di vê sedsalê de bi berxwedanê ve dixwazin bibin xwedî statu.

‘WELATÊN ROJAVA LI SÛRIYEYÊ AŞTIYÊ NAXWAZE’

Nûnera Ewropa ya Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhammed jî got ne dawetkirina Salîh Muslîm a ji bo Cenevreyê tê wateya ku welatên rojava naxwazin Sûriye demokratîk bibe û aştî çêbibe.

Muhammed piştre nivîsa Muslîm a ji bo konferansê xwend, bal kişand ser sedemên şer ê li Sûriye û herêmê, helwesta Kurdan.

Muslîm bal kişand ser rewşa Kobanê wiha got: “Niha ji sedî 80 ê bajar hilweşiyaye. Serketina Kobanê di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de nuqteyek girîng e. Niha pêwîst e ders ji vê bê girtin.” 

WEIDENHOLZER: PÊWÎST E KURD TEQEZ TEVLÎ HEVDÎTINÊN SÛRIYEYÊ BIBIN

Di konferansê de Cîgirê Serokê Groûpe S&D Josep Weîdenholzer axivî, got divê ji bo pirsgirêka Kurd muzakere bên kirin, destnîşan kir ku di mijara dewleta hiqûqê de hevdîtin ketine astengiyê. Weîdenholzer di serî de got êrênî nêz bûye, wiha dom kir: “Dibe di pêvajoya pêş me de em ambargoyê rakin, wê demê em dikarin sernivîsên muzakereyan ên 23 û 24’emîn binêrin.”

Wîdenholzer wiha da xuyakirin: “Ev şer wê li tevahî başûrrojhilatê Tirkiye belva bibe? Şerê hê mezintir wê neyê jiyîn? Em bi çareserkirina agirbesê ve rû bi rû ne. YE ji bo rewşê sererast bike wezîfeyên wê hene. Ji bo sekinandina vî şerî divê ji derve mudaxele bên kirin. Mînaka Îrlanda heye, rolên aktorên derveyî girîng in. Kurd di heman demê de nirxên bingehîn ên YE diparêzin. Eger Kurd nebûna li Kobanê wê çi bihata serê mirovatiyê kes nizane. Di hevdîtinên Sûriyeyê jî rola Kurdan pir mezin e. Divê PKK’e jî ji lîsteya rêxistinên terorî bê derxistin. Hebûna PKK’ê ya di wê lîsteyê de tiştekî ehmaqî ye. Eger li Tirkiyeyê rewş girantir bibe, Ewropa jî wê bibe qada şer.”

JONGERDEN: SKYES-PÎCOT DERBASDARIYA XWE WINDA KIR

Prof. Joost Jongerden jî got hevpeymana Skyes-Pîcot derbasdariya xwe winda kiriye. 

Jongerden biyarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa yên têkîldarî serlêdanên der heqê qedexeyên kolanan de jî rexne kir, wiha got: “Divê PKK’e ji lîsteya rêxistinên terorî bê derxistin, ji ber ku PKK’e rêxistinek siyasî ye.”
Jongerden axaftina Raportora Tirkiye a YE Katî Pîrî jî rexne kir wiha got: “Ti pêwîstiya me bi lîsteyên rêxistinên terorî tinene.”

COMTE: PÊVAJOYA AŞTIYÊ BÊ HIQÛQ NABE

Parêzerê malbatên ji damezîrenerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez Antoîne Comte, bi mijara, “Mafên mirovan, hiqûq û li herêmê polîtîkaya rast” axivî. Comte got ji bo pêvajoya çareseriyê divê hiqûq pêk were, got em ê karibin vê pêvajoyê di hiqûqê de bicih bikin.

Comte wiha bi bîr xist: “Tirkiye di nav welatên hevpeymana mafên mirovan binpê dikin de li herî jor cih digire.”

Bi mijara “li herêmê aştî û îstiqrar” jî ji “Centre for Amerîcan Progress” ku rêxistinek civaka sivîl a DYA ye, Mîchael Werz axivî. Werz got ji bo îstiqrara herêmê Kurd pir girîng in.

...