BI DÎMEN

Kurdistaniyan li Stockholmê devê xwe bi bantê girtin û AKP protesto kirin

Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdan devê xwe bi bantê girê dan û polîtîkayên komkujiyê yên Tirkiyeyê şermezar kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, komek ji Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina hikûmeta AKP'ê û silavkirina berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, rê li trafîkê girt. Kurdistaniyan devê xwe bantê girê dan û xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin.

Kurdistanî danê êvarê saet di 18:00 de li ber firoşgeha H&M li hev civiyan û wêneyên ji komkujiyên dewleta Tirk li Silopiya, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê kiriye, dowîzên bi nivîsên "Kujerê zarokan Erdogan", "Bajarên Kurdan hatine dorpêçkirin", "Erdogan kujer e, Yekîtiya Ewropa durû ye", "Dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê bisekinîne" û "Erdogan derxin pêşberî dadgeriyê" hilgirtin. Çalakgeran belavokên li ser armanca çalakiya xwe li Swêdiyan belav kirin.

Di belavokan de bang li raya giştî ya Swêdê hat kirin, ku li hemberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bêdeng nemîne.

...