Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi meş û mîtîngê bi dawî bû

Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ji aliyê KCD-E ve hat organîzekirin, bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ji aliyê KCD-E ve hat organîzekirin, bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teşhîrkirina rûyê qetlîamker ê mêtîngeriya Tirk, hat lidarxistin. Jinên TJK-E'yî yên organîzeya roja 3. a çalakiya rûniştinê kirin, pêr li Gara Trenê çalakiya dagirkirinê, roja dawî jî li ber Walîtiya Strasboûrgê 'çalakiya edaletê' lidar xistin.

Di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî hat kirin, ku li pêşberî rewşê bêdeng nemînin û bi berpirsyariya xwe rabin. Parlamenter û nûnerên saziyan jî çalakger ziyaret kirin û destek dan wan.

Di roja dawî ya çalakiyê de nûnerên Federasyonên Elewiyan ên li Îngilîstan û Fransayê hatin ziyaretê û gotin, "Em dixwazin hûn bizanibin ku weke Elewî di vê têkoşîna mafdar de em li cem gelê Kurd in û berxwedêrên bi rûmet silav dikin."

Çalakiya rûniştinê ya bi 300 kesan destpê kir, di roja dawî de bi meşeke bi beşdariya zêdeyî hezar kesî bi dawî bû. Meşa ji aliyê KCD-E û jinên TJK-E'yî ve hat organîzekirin, piştî 3 kîlometreyan bi mîtînga li Place Kleber bi dawî bû.

Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Cizîr, Sûr, Silopiya", "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn. Her wiha li ser mijarê belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

BERXWEDÊR BI TENÊ NÎNIN

Li ser navê TJK-E Nûda Metîna li mîtîngê axivî û got, "Li Bakurê Kurdistanê berxwedan heye û xaka em lê ji dayik bûne û mezin bûne, wê ji sedî sed azad bibe. Em ji vê derê bang dikin; gelê me yê li Cizîr, Silopiya, Sûr û parçeyên din ên Kurdistanê, em li vir in, hûn bi tenê nînin."

Mîtîng bi silavkirina berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê bi dawî bû.

...