Kurdistaniyên li Elmanya û Norwêcê ji AKP'ê re gotin: Ji Kurdistanê bicehime!
Li Elmanya û Norwêcê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve li Kurdistanê tên kirin, dewam dikin.
Li Elmanya û Norwêcê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve li Kurdistanê tên kirin, dewam dikin.
Li Elmanya û Norwêcê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve li Kurdistanê tên kirin, dewam dikin.
SAARBRUCKEN: Heyetek ji Hevserok û Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Saarbruckenê, Parlmanetan Eyaleta Saarlandê ziyaret kir. Heyetê li vê derê parlamenterên Koma Partiya Çep ziyaret kir û bal kişand ser êrîşên ji bo qirkirinê li Kurdistanê tên meşandin. Heyetê destnîşan kir, ku berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî van êrîşan rewa ye. Heyetê bêdengiya Elmanya û Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyan şermezar kir û bang li Parlamenta Federal kir, ku bi berpirsyarî rabe. Nûnerên partiyê jî ragihandin ku ew ê li parlamentê platformeke hevpar ava bikin û destekê bidin karê Kurdan.
LEÎPZÎG: Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Leîpzîgê dijîn, li Wîlly-Brandplatzê çalakiyek pêk anîn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir. Li ser navê KOMAW'ê Cûmalî Şaylemez û Cengîz Toy axivîn û berxwedana xwerêveberiyan silav kirin.
FRÎEDRÎCHSHAFEN: Li bajarê Frîedrîchshafen ê li herêma Bodensee ya Elmanyayê, Elewiyan greva birçîbûnê ya bi dirûşma "Bila zarok nemirin, dayik negirîn" dan destpêkirin, bi dawî kirin. Elewiyan diyar kir, wan xwestin bala raya giştî bikişînin ser komkujiya li Kurdistanê û helwesta civaka Elewî ya li dijî komkujiyan nîşan bidin.
DUSSELDORF: Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, hejmarek ji Kurdistaniyan danê êvarê li ber gara trenê ya navendî li hev civiyan û operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, protesto kirin. Çalakî bi pêşengiya YJK-Elmanya û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê hat organîzekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Kujerê zarokan Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê" û "Tirkiye ji Kurdistanê bicihime" hatin qîrîn. Girseya gel ji vê derê ber bi avahiya qenala televîzyonê ya dewleta Elmanya WDR ve meşiya. Piştî meşê Kurdistaniyan bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kirin û ji wan xwestin, ku li ser komkujiyên dewleta Tirk dike, nûçeyan çêbike. Komîteya amadekar di çalakiyê de ji bo çalakiya "edalet û ronahiyê" ya roja Çarşemê (îro) li ber Serkonsolosaneya Fransayê banga tevlîbûnê kir.
OSLO: Kurdistanî û dostên wan ên li Norwêcê dijîn, ji ber avahiya Parlamenta Norwêcê li hev civiyan, polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê û firotina çekan ji aliyê NATO'yê ve ji Tirkiyeyê re hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de bi zimanê Norwêcî dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tirkiye ji Kurdistanê bicehime", "Bila Norwêc Tirkiyeyê boykot bike" qîriyan. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.