Operasyonên qirkirina siyasî: Hevşaredar jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin

Hevşaredarên Depê jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Şirnex û Êlihê jî binçavkirin û girtin hebûn.

Bi fermana AKP'ê, Hevşaredarên Depê jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Şirnex û Êlihê jî binçavkirin û girtin hebûn.

DEP

Li navçeya Elezîz Depê, hevşaredar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser 20 navnîşanên li navçeya Elezîz Depê. Di lêgerînên li Navenda Çandê ya Depê, Şaredariya Depê û gelek malan de Hevşaredarê Depê Bûrhan Kocaman li gundê Bazlama hat binçavkirin. Hevşaredar Cennet Ayik û Hevserokên HDP'ê yên Navçeyê Zeynel Akbaba û Reyhan Olgûn jî hatin binçavkirin. Di nava binçaviyan de Delegasyona KCD'ê Ayten Oral, Serokê berê yê DBP'ê yê Navçeyê Ekrem Dagtekîn û welatiyên bi navê G.Z., M.E., V.F., M.O. û Bariş D. jî hene. Di serdegirtinan de kompûterên Şaredairya Depê hatin desteserkirin. Fikar hene ku hejmara binçaviyan zêdetir bibe. Sedema operasyonê nehat hînbûn.

ŞIRNEX

Li gundê Toptepe yê Şirnexê serê sibehê jendermeyan bi ser malan de girtin û Serokê MEYA-DER'ê ya Şirnexê Halît Gungen jî di nav de Yahya Gungen, Mehmet Gungen, Naîf Acu, M. Şefîk Akil, Bîlal Acu û 2 kesên ji Cizîrê hatine, hatin binçavkirin.  Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a îkîzceyê. Hate hinbûn ku di dema serdegirtinan de deriyên malan hatine şikandin û hundirên malan hatine serobinokirin. 

ÊLIH

Li Êlihê welatiyên bi navê M. P. (17), C. Ç. (17), Mûrat Altintaş, Mazlûm Yildiz, Kadîr Gungor, Îkram Gok, Farûk Yilmaz, Serhat Aldin û kesekî navê wî nehat hînbûn ên li taxên Petrolkent, Baglar û Îlûhê hatibûn binçavkirin, derxistin pêşberî dozgeriyê. Ji 10 binçaviyan 3 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî der heqê M. P. (17), C. Ç. (17) û Mûrat Altintaş de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtinê da. 2 jê zarok 3 kesên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.