Turmen: Ji kesên birîndar ên jiyana xwe ji dest didin hikûmet berpirsiyar e
Turmen yek ji dadgerên berê yê DMME’yê ye, bertekên tund nişanî pêkanînên AKP’ê yên li Kurdistanê da û wiha got: “Li Tirkiye hiqûq nemaye.
Turmen yek ji dadgerên berê yê DMME’yê ye, bertekên tund nişanî pêkanînên AKP’ê yên li Kurdistanê da û wiha got: “Li Tirkiye hiqûq nemaye.
Turmen yek ji dadgerên berê yê DMME’yê ye, bertekên tund nişanî pêkanînên AKP’ê yên li Kurdistanê da û wiha got: “Li Tirkiye hiqûq nemaye.” Turmen diyar kir ku ji kesên birîndar ên jiyana xwe ji dest didin hikûmet berpirsiyar e, bang li DMME’ yê kir. Hişyar kir ku heta ku AKP birayarên DMME’yê li ber çavan negire wê bi qrîzê re rû bi rû bimîne.
Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewropa (DMME) Riza Turmen, têkildarî êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP’ê ya li ser Kurdistanê bersiva pirsên ANF’ê dan.
‘DIVÊ DMME LI BENDA DADGEHA MAKEZAGONÊ NEHÊLE’
Turmen diyar kir ku 25 birîndarên li bodrûma mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê li benda rakirina nexweşxaneyê ne, weke tabloyek tirsnak nirxand.
Turmen diyar kir ku ‘Erkê dewletê ne ew e ku rewşa mirovan xeternak bike, ji vê rewşê rizgar bike ye’ Turkmen bi bîr xist ku ji birîndarên ku jiyana xwe ji dest bidin hikûmet berpirsiyare,. Li Tirkiyeyê hiqûq ne aye, ji ber vê divê DMME li benda Dadgeha Mekezagonê nemîne, bi lezgînî biryara tedbîrê bigire. Turmen wiha anî ziman: “Rewşa bi êş ya mirovahiyê heye. Divê ev êş ji Konseya Ewropa an jî ji Konseya Mafê Mirovan a Yekîtiya Eweropa ya li Cenevreyê bê birin.”
‘TABLOYEKÎ GELEK TIRSNAKE!’
Turmen diyar kir ku li Tirkiye êşek xemgînî ya mirovahiyê tê jiyîn, bal kişand ku mafê mirovan bi awayek giştî tê îxlakirin. Turmen wiha got: “Hûkmên hikûmetê yên weke nekuştina mirovan, parastina mirovan û sûcdarên mirovan dikujin girtin heye. Lê, nayê pêkanîn. Berevajî hikûmet û dewlet dibe sedem, lewre ev rewş ji aliyê mafê mirovan de tabloyek gelek tirsnak e.” Turmen got di şeran de welatiyên sivîl kirina hedef, sucekî yê şer e. Turmen diyar kir ku di hevpeymana Cenevre ya sala 1977’an de di protokola duyemîn de hukmên ku her du aliyên şer dikin divê sivîlan nekin hedef, lê zêdetir sivîlan dikin hedef.
‘MAFÊ JIYÎNÊ TÊ ÎXLALKIRIN’
Turmen bertek nîşanî “Qedexeya derketina kolana” ya li Kurdistanê didome da. Turmen diyar kir ku ‘Qedexeya derketina kolana ya ku ne destpêk û ne jî dawiya wê heye ku bi awayek tevahî gel tê sizakirin nayê pejirandin.’ Turmen wiha got: “Eger armanç rakirina xendekan e, bi hezaran mirov di malan de asê kirin pêkanînek dij mirovane ye. Di heman demê de jî îxlalkirina mafê jiyîna mirovan e.”
Turmen bi bîr xist ku bi rojan e mirov bê av, bê nan, elektirîk, ji xizmetên tendirûstiyê bê par hiştin îxlalên mafê mirovan û bi rojan cenaze li erdê mayîn, kiryarên dij mirovahiyê ne. Turmen wiha anî ziman: “Eger em bi awayek giştî temaşeyî van hemû pêkanînan bikin, silsileyek a ixlalkirina mafê mirovan a mezin derdikeve ber çavan.”
‘TIRKIYE WÊ BI QIRÎZÊ RE RÛ BI RÛ BIMÎNE’
Turmen ragihand ku li Tirkiye destnewerdana hiqûqa hundir a li hember van pêkanînên tên jiyîn, bertek nîşanî gotinên “Li Tirkiye hiqûq nîne, hiqûq rakirine refikan de” da. Turkmen aşkera kir ku DMME bila bûyeran nehêle li benda ku Dadgaha Mekezagonê, demildest biryara tedbîrê were dayîn. Turmen bi bîr xist ku li Tirkiye biryarên DMME bide bi neçarî divê pêk bîne, eger pêk nîne jî bi qirîzek hiqûqî û mafê mirovan re rû bi rû dimîne, pêkanîna wê pir giran be. Dadgerê berê yê DMME Riza Turmen diyar kir ku eger Tirkye biryarên DMME’yê pêk nîne, ji bo lezkirina serlêdanên wê serî li Komîteya Balkanan a Konseya Ewropayê jî bidin.