Çalakiya li ber NY di roja 2. de ye: Nebe hevparê komkujiyê!
Çalakiya rûniştinê ya li ber Neteweyên Yekbûyî, di roja 2. de bi qîrîna dirûşmeyan didome.
Çalakiya rûniştinê ya li ber Neteweyên Yekbûyî, di roja 2. de bi qîrîna dirûşmeyan didome.
Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser terora dewletê ya li Sûr û Cizîrê hat destnîşankirin, ku nayê qebûlkirin Neteweyên Yekbûyî (NY) li pêşberî ev tiştên bi serê gelê Kurd de tên, bêdeng bimîne.
Di çalakiya rûniştinê ya 3 rojan a bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) tê lidarxistin de, hat ragihandin ku di serî de NY, hêzên navneteweyî yên berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re hene, li pêşberî bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewimin bêdeng in. Qisekeran destnîşan kirin ku gelê Kurd wê li hemberî vê bêdengiyê her derê bike qada çalakiyan.
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman bal kişand ser rewşa li Cizîr û Sûrê û da zanîn ku bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya hevpariya wan bi komkujiyan re.
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY bi qîrîna dirûşman dewam dike.