Horta: Ez bi heyrantî têkoşîna gelê Kurd dişopînim
Konferansa "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" a li Parlamenta Ewropayê, bi axaftina vekirinê ya Seroka EUTTC Karîane Westrheîm û Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer destpê kir.
ANF
BRUKSEL
sêşem, 26 rêbendanê 2016, 11:47
Konferansa "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" a li Parlamenta Ewropayê, bi axaftina vekirinê ya Seroka EUTTC Karîane Westrheîm û Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer destpê kir.
Siyasetmedarê ji Rojhilatê Tîmorê Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê Jose Ramos Horta di axaftina xwe ya li konferansê de got, "Bi heyraniyeke mezin ez têkoşîna gelê Kurd dişopînim. Jinên li Sûriye û Îranê şer dikin, şervanên bêhempa ne. Şoreşgerên jin ên Stalîngrad diparastin, jinên Vîetnamî yên li dijî dagirkeriya Fransa û DYA welatê xwe diparastin, tînin bîra min."
Westrheîm da xuyakirin, ku bûyerên gelekî girîng diqewimin û da zanîn, ku di vê demê de hêvî û bêhêvîtî di zikhev de ne. Westrheîm got, "Di bihara 2015'an de hevdîtinên aştiyê yên di navbera Kurd û Tirkan de qut bû. Di hilbijartinan de HDP'ê benda ji sedî 10'an derbas kir û cihê xwe di meclîsê de girt. Di şerê heyî de mirov nikarin pêdiviyên jiyanî yên mîna av û xwarinê. Li herêmên şer lê diqewime, reveberên herêmî hatin girtin. Yekane berpirsyariya vê yekê, bêguman neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê aramiyê ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re bîne."
Westrheîm da zanîn, ku divê Tirkiye mesafeyê bixe navbera xwe û rêxistinên mîna DAIŞ'ê û got, "Pêwîste Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka qebûl bikin ku PKK aktorekî rola sereke dilîze ye û ji lîsteya rêxistinên terorîst derxîne. Divê ewlekarî û tenduristiya Ocalan werin parastin."
Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer jî da xuyakirin, ku ev konferans li bendê ye Yekîtiya Ewropa nirxên xwe bixe meriyetê. Zîmmer anî ziman, ew hefteya bihurî bi heyeta HDP'ê re rûniştin û got, "Meseleya koçberan bi ti awayî nabe hincet ji vegera ji nirxên bingehîn. Di konferansa 11. de me mijarên kaos û şer nirxandin. Li wê derê rewşek li dijî mirovahiyê heye. Ya ku em fêm nakin, ev bêdengî ye. Em rexne dikin ku PKK û DAIŞ bi heman rengî tê nirxandin."
Zîmmer ragihand, ku ew ê di rojên pêş de heyetek ji Parlamenta Ewropayê bişînin Kurdistanê.
HORTA: DI MIJARA KURDAN DE MIN PERWERDEYA XWE YA DESTPÊKÊ JI DANÎELLE MÎTTERRAND WERGIRT
Siyasetmedarê ji Rojhilatê Tîmorê Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê Jose Ramos Horta jî got, "Çima min ev vexwendîname qebûl kir, ez qet neçûm Kurdistanê, neçûm Tirkiyeyê jî. Min perwerdeya xwe ya destpêkê ya li ser Kurdistanê ji jineke Ewropî Danîelle Mîtterrand wergirt. Bi heyraniyeke mezin ez têkoşîna gelê Kurd dişopînim. Jinên li Sûriye û Îranê şer dikin, şervanên bêhempa ne. Şoreşgerên jin ên Stalîngrad diparastin, jinên Vîetnamî yên li dijî dagirkeriya Fransa û DYA welatê xwe diparastin, tînin bîra min. Mîna herî demdirêj a înkarkirina gelekî Kurd e.
Yên bi jeopolîtîk û dîrokê re eleqedar dibin, divê girîngiya Tirkiyeyê ji bîr nekin. Hêvîdarim wê rêveberên Tirk jî dersê ji vê derxînin.
Weke mînak dikarim welatê xwe nîşan bidim. Piştî dagirkeriya 24 salan muzakere pêk hat û rêveber û neteweyên mezin xwe dan ber lihevkirinê. Tirkiye ji bo herêmê welatekî gelekî girîng e, divê xwe bigihîne rewşa ku karibe bi vê rola xwe rabe."
Horta diyar kir ku ew hêvîdar e asta têkiliyê ya wan bi dest xistine, wê Kurd û Tirk jî bi dest bixin.
EBADÎ: BI HURMETA LI MAFAN RE HIKÛMETEKE DIKARE NÎŞAN BIDE KU DEMOKRATÎK E
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Dr. Şîrîn Ebadî da zanîn, ku li kîjan welatî dibe bila bibe, cihêrengiya çandî rê li ber pêşketina çandî vedike. Ebadî da zanîn, ku welatê xwedî gelek komên etnîk, ol û ziman, welatekî dewlemendê çandî ye.
Ebadî got, "Wezîfeya her hikûmetê ye ku vê cihêrengiyê biparêze û destek bike. Welatekî ku vê wezîfeya xwe bi cih nîne, welatekî demokratîk nîne. Nabe ku ev yek bi qanûna giraniya piraniyan bê vegotin. Derdorek ku giranî bi dest xistiye, mafê xwe nîne mafê yên din binpê bike. Divê her tişt di çarçoveya demokrasiyê de were nirxandin" û destnîşan kir ku welatekî mafên etnîsîteyan lê tê binpêkirin, ew welat demokratîk nîne.
Ebadî da xuyakirin ku ew niha rewşa gelê Kurd dinirxînin, lê belê rewşa gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê cidî ye û anî ziman ku divê dewleta Tirk hurmetê nîşanî mafên çandî yên gelê Kurd bide.
Ebadî ragihand, Kurd ne tenê li Tirkiyeyê li gelek welatan bêpar hatine hiştin û bal kişand ser cihêrengiya olî ya li hemberî Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê tê kirin.
Ebadî diyar ir ku hikûmeta Îranê berpirsyarê cihêkariya li hemberî Kurdan e û got, "Dema ji min re xelata aştiyê ya Nobelê hat dayîn, kesê ku hêjayî xelatê hatiye dîtin mafê xwe hebû koma muzîkê ya dixwaze hilbijêre. Alternatîfên min jî gelek bûn, lê min komeke muzîkê ya Kurd hilbijart."
Parlamentera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana da xuyakirin, ku ji rewşa heyî, par û berpirsyariya aktorên siyasî di asteke biçûk neyê dîtin de heye. Zana destnîşan kir ku pêwîstî bi siyasetmedarên karibin berjewendiyên tevahiya civakê biparêzin heye.