Demîrtaş li PE axivî: Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê
Konferansa Kurd a li PE dom dike, di rûniştina bi mijara “li Tirkiyeyê ji modelê ber bi pirsgirikê” de Cengîz Çandar, Prof. Davîd Romano, Prof. Sûsan Breaû, Parlamenterê PE Takîs Hadjîgeorgouî û hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivîn.
ANF
BRUKSEL
sêşem, 26 rêbendanê 2016, 14:49
Rûniştina duyemîn a 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî kul i Parlamentoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê îro destpê kir û wê sibehê êvarî bi dawî bibe, bi serenavê “li Tirkiyeyê ji Modelê ber bi pirsgirêkê” ve hat lidarxistin. Rojnamevan
Cengîz Çandar, Prof. Davîd Romano, Prof. Sûsan Breaû, Sefîrê berê yê Hirvatîstanê yê DYA Peter Galbraîth, Parlamenterê Parlamentoya Ewropa Takîs Hadjîgeorgoû û Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevlî bûn û axaftin kirin.
Rojnamevan Cengîz Çandar got Tirkiye li ser Kurdan karesat barandiye, Demîrtaş jî bal kişand ser bûyerên li Cizîrê. Prof. Sûsan Breaû jî diyar kir ku Kurd ji bo karibin xwe li Rojhilata Navîn biparêzin serî li çekan didin.
GALBRAÎTH: DIVÊ TIRKIYE BI PKK’Ê RE LI DERDORA MASEYÊ RÛNÊ
Axaftina yekemîn Sefîrê berê yê Hirvatîstanê yê DYA Peter Galbraîth kir, "Li Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriyekê heye. Lê ev yek çareseriyeke leşkerî nîne. Divê her kes beşdarî konferansa roja Înê ya li Cenevreyê bibin. Nabe ku Kurd li derveyî vê pêvajoyê werin hiştin. Bêyî Kurdan çareserî nabe. Ji xwe herî zêde mafê Kurdan e. Ji ber ku yên li dijî terorîzmê şer dikin, Kurd in. Eger Kurdên li Rojava li derve bên hiştin, hingî ew ê jî projeya xwe bixin dewrê."
Di dawiya axaftina xwe de Galbraîth ji Tirkiyeyê re got, "Bi xweşiya we biçe yan neçe, PKK tevgereke xurt e. Eger hûn aştiyê dixwazin, hûn mecbûrin vê bi PKK'ê re bikin. Tevgereke we ya xurt a aştiyê dixwaze heye. Ev yek wê karê we hêsan bike."
ÇANDAR: TIRKIYE BI SER KURDAN DE KARESATÊ DIBARÎNE
Rojnamevan Cengîz Çandar jî diyar kir ku Tirkiye bi karesatek mezin re rû bi rû ye, wiha dom kir: “Piştî hilbijartinan Tirkiye veguherî rejîmek faşîst. Ez ji bo welatê xwe bi fikar im. Li Tirkiyeyê li ser gelê Kurd de karesat dibare. Li Tirkiyeyê ti carî bajaran nehatibûn bomberdûmankirin, qedexeyên kolanan, nerakirina cenazeyan, bedenên biçûk rakirina sarincan, bajar veguherîna xirbeyan çênebibû.” Çandar got bi sekinandina mejiyekî re rû bi rû ne.
Çandar têkîldarî axaftinên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yên “Em di Cenevreyê de PYD’ê naxwazin” jî rexne pêş xist, wiha got: “Van mirovên Davûtoglû naxwaze, lehengên li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Ev mirovana dema li Kobanê şer dikirin, Davûtoglû desthilatdar bû. Digotin Kobanê ket, lê Kobanê neket. Û piştre li Kobanê bê çi bû me hemûyan dît. Îro ji bilî Hewlêrê ti dostên Tirkiyeyê nemane. Îro bi rêbazên leşkerî ve li çareseriya pirsgirêka Kurd digere. 32 salan bi encamên bi êş hat dîtin ku ev wisa çareser nabe.”
Çandar di axaftina xwe de Yekîtiya Ewropa jî rexne kir, wiha got: “AKP’e xwe naspêre tenê encamên hilbijartinan. Piştgiriyê ji Yekîtiya Ewropa digire. Tirkiye êdî dibe Sûriye. Eger YE li gor berjewendiyên xwe wiha dom bike wê rewş hê xeraptir bibe. Eger YE, li hember pêkanînên derveyî exlap ê Tirkiyeyê bêdengiya xwe biparêze, wê pêlek mezintir a koçberiyê pêk were.”
ROMANO: EGER TIRKIYE WISA DOM BIKE PÊŞEROJEK TARÎ HEYE
Prof. Davîd Romano jî destnîşan kir ku bûyerên li Tirkiye salên 1980 bi bîr dixe, behsa operasyonên li ser çapemeniyê û sansuran kir, wiha got: “Eger wiha dom bike, pêşerojek tarî li benda Tirkiyeyê ye.”
BREAÛ: KURD JI BO XWE BIPARÊZIN SERÎ LI ÇEKAN DIDIN
Prof. Sûsan Breaû diyar kir ku ji bo hebûna xwe gelê Kurd neçarî şerkirinê dimînin, wiha axivî: “Ji bo karibin mirovên xwe biparêzin serî li çekan didin. Ji ber xwe li hember sûcdarên mirovahiyê diparêzin bi terorîzmê tên îthamkirin. Ji ber vê pêwîst e pênaseya terorîzmê bê guhertin. Ez xebatên diwana YE a di vê mijarê de dizanim. PKK û peşmerge komên li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Tevî jiyanên xwe datînin holê jî sûcdar û terorîst tên dîtin. Tirkiye têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dixe zorê. Îro yekane hêza li dijî hêzên dermirovahiyê şer dike Kurd in.”
HADJIGEORGOUI: AŞTIYEK BÊYÎ PKK’Ê ÇÊNABE
Parlamenterê PE Takîs Hadjîgeorgoûî jî di axaftinan de ji ber hêvî nehatine ziman rexne kir, wiha got: “Ez ji Kibrisê têm, dikarin bibêjin ‘Tu li dijî Tirkiyeyê xwedî bertek e.’ Erê ez li hember rêveberên Tirkiyeyê xwedî bertek im. Erdogan piştî axaftinên Demîrtaş ên ji bo oto determînasyonê pê li dukmeya prosedura hiqûqî kir. Divê Tirkiye bikev YE, lê Tirkiye jî ne li bendê ye ku di demek kurt de bikeve Yekîtiya Ewropa. Ji bo berjewendiyên YE û Tirkiyeyê divê pêvajoya endamtiyê dewam bike. Min ji Birêz Demîrtaş re got di serê meha Sibatê de wiha ji PE heyetek di serî de Amed biçe cihên din ên Kurdan bigere. Wisa jî em ê karibin têkîldarî rewşê xwedî zêdetir agahî bin û peyaman bişînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêyî PKK’ê nabe.”
DEMÎRTAŞ: KURD JI NÛ VE DERDIKEVIN SER DIKA DÎROKÊ
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê atmosfera siyasî ya herî reş a dîroka nêz tê jiyîn. Demîrtaş guhertinên sedsalê nirxand û wiha got: “Cîhan ewqasî guherî lê Tirkiye neguherî. Hevsengiyên li herêmê serobino bû, statuyên sed sal berê hilweşiyan, ji ber amadekariyên Tirkiyeyê tinebûn, qrîza heyî bû qrîza Tirkiyeyê. Ji berk u Kurdan êdî vê pirsgirka derbas kirin. Gihiştin guhertinek mezin. Kurdan pirsgirêka xwe bi xwe çareser kirin.”
Demîrtaş got Kurd ji nû ve derketine ser dika dîrokê, wiha got: “Ji bo Tirkbûnê Kurd ne tehdîd in, ji bo laîkbûn, Îslamê jî ne tehdîd in. Ji bo ol û baweriyên din jî ne tehdîd in. Lê, ji bo çi Tirk Kurdan wek tehdîd dibînin, ji ber ku mejiyekî statukoparêz heye.” Demîrtaş got ji ber vî mejiyê gel berdêlên mezin didin.
Demîrtaş got psîkolojiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ne baş e, wiha dewam kir: “Ez dibêjim ku divê em rewşa psîkolojiya ferdî ya serokkomar jî tevlî van sedemên ku min beriya niha jimartin bikin. Li beranberî Kurdan bê bawer e.”
Demîrtaş bertekên Tirkiye yên li hember PYD’ê û hewldanên ji bo astengkirina tevlîbûna Cenevreyê wek sekinandina mejî nirxand.
Demîrtaş rewşa li Cizîrê wiha ragihand: “Lê, em behsa Tirkiyeyk di pêvajoya endamtiya YE de ye dikin. Di heman demê de lewre em behsa krîterên YE dikin. Ev krîter ne yên YE ne, krîterên mirovahiyê ne, krîterên ku nirxên hevpar ên mirovahiyê afirandiye ye.”