Sefîrê berê yê DYA'yî Galbraîth: Herî zêde mafê Kurdan e tevlî Cenevreyê bibin

Sefîrê Bilind ê berê yê DYA li Xirvatîstanê Peter Galbraîth di axaftina xwe ya li 12. Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê de got, "Herî zêde mafê Kurdan e tevlî Cenevreyê bibin. Ji ber ku yên li dijî terorîzmê şer kirin, ew in."

Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê bi rûniştina bi serenavê "Li Tirkiyeyê ji modelê ber bi pirgirêkê ve" dewam kir. Di rûniştina ji aliyê Îkka Ûûsîtallo ve hat birêvebirin de Sefîrê Bilind ê berê yê DYA li Xirvatîstanê Peter Galbraîth pêşkêşiyek kir.

Galbraîth di pêşkêşiya xwe de rewşa li çar parçeyên Kurdistanê nirxand. Galbraîth da xuyakirin ku DAIŞ ji El Qaîdeyê xeteretir e û anî ziman ku li Iraqê, di encama desteka DYA ya ji bo artêşa Iraqê de çek ketine destê DAIŞ'ê.

Galbraîth da zanîn ku li Sûriyeyê bi taybetî jî li Rojava karekî gelekî girîng hatiye kirin. Galbraîth di dewama axaftina xwe de got, "Li Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriyekê heye. Lê ev yek çareseriyeke leşkerî nîne. Divê her kes beşdarî konferansa roja Înê ya li Cenevreyê bibin. Nabe ku Kurd li derveyî vê pêvajoyê werin hiştin. Bêyî Kurdan çareserî nabe. Ji xwe herî zêde mafê Kurdan e. Ji ber ku yên li dijî terorîzmê şer dikin, Kurd in. Eger Kurdên li Rojava li derve bên hiştin, hingî ew ê jî projeya xwe bixin dewrê."

Di dawiya axaftina xwe de Galbraîth ji Tirkiyeyê re got, "Bi xweşiya we biçe yan neçe, PKK tevgereke xurt e. Eger hûn aştiyê dixwazin, hûn mecbûrin vê bi PKK'ê re bikin. Tevgereke we ya xurt a aştiyê dixwaze heye. Ev yek wê karê we hêsan bike."