Alî Kenanoglû: Xeta têkoşîna hevpar a Kurdan û Elewiyan dewlet tirsand!

Alî Kenanoglû da xuyakirin, ku xeta têkoşîna hevpar a Kurdan û Elewiyan di nava hikûmeta AKP'ê de rê li ber aciziyeke mezin vekiriye.

Alî Kenanoglû da xuyakirin, ku xeta têkoşîna hevpar a Kurdan û Elewiyan di nava hikûmeta AKP'ê de rê li ber aciziyeke mezin vekiriye.

Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Elewiyan a Hûbyar Sûltan Alî Kenanoglû, komkujiyên li Kurdistanê û helwesta Elewiyan nirxand.

Kenanoglû diyar kir, Elewî gelekî baş polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd tên meşandin dinasin û got, "Destê alîkariyê yê dirêjî Kurdan dibe, tiştekî normal e ku ev dest ê Elewiyan e. Ji ber ku Elewî li ser xaka lê dijî gelek caran rastî van polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê hatin."

Kenanoglû anî ziman, ev çalakiyên Elewiyan û zêdebûna van çalakiyan ji bo gelê Kurd bûye moralekeke cidî û destnîşan kir, ku Elewiyan di sala 1915'an de çawa ku deriyê mala xwe li gelê Ermenî vekir, îro jî wê ji her alî ve destekê bide gelê Kurd.

'BÎRA ELEWIYAN BI KOMKUJIYAN DAGIRTÎ YE'

Kenanoglû ragihand, ku xwediyên baweriyên mûxalîf ên mîna Elewiyan her timî bûne hedef û got, "Bîra Elewiyan bi komkujiyên hemû serdeman re dagirtî ye." Kenanoglû destnîşan kir, ku gelekî girîng e civakek ewçend êşên komkujiyan kişandiye nîşan dide li cem gelê Kurd cih digire.

Alî Kenanoglû da zanîn, ya komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, operasyonek ji bo şikandina berxwedana topyekûn a civakekê ye û anî ziman ku operasyonên bi vî rengî gelek caran li hemberî Elewiyan hatine kirin.

'DIVÊ DENGÊ AŞTIYÊ BILINDTIR BIBE'

Li ser helwesta Elewiyan a li dijî vî şerê li Kurdistanê tê meşandin Kenanoglû got, "Bi belavkirina grevên birçîbûnê li gelek cihan re, di rojên pêş ên Xizir de, dibe ku gelek çalakiyên din bên lidarxistin. Malên me yên Cem dikarin kampanyayên îmzeyan bidin destpêkirin û li dijî zext û zordariya li dijî aştîxwazan tê kirin, dengê aştiyê bilindtir bikin. Li Ewropayê, ku saziyên Elewî lê xurt in û xwedî rêxistinbûyîneke berfireh in, bi çalakiyên li nava kolanan re dikarin bala raya giştî ya Ewropayê bikişînin ser vî alî."

'DEWLET JI XETA HEVPAR A TÊKOŞÎNÊ YA KURD-ELEWIYAN DITIRSE'

Kenanoglû der barê planên hikûmetê yên li ser Elewiyan de ragihand, ku kengî Kurd û Elewî li cem hev sekinînin, dewlet ketiye navberê û Elewî ber bi aliyê xwe ve kişandiye. 

Kenanoglû ev sekna bi hev re û xeta têkoşîna hevpar a Kurd û Elewiyan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û piştî wê de afirand, mîna her carê dîsa Dewleta T.C. aciz kiriye. Mîna dema piştî sala 1993'an; çawa ku bi awayekî sergirtî destek da malên cem û ji bo Elewiyan bikin dûvikê dewletê bi awayekî sergirtî yan jî yekser destek da hin saziyên Elewiyan. Niha jî em ê heman senaryoyê bibînin."

Kenanoglû herî dawî bal kişand ser fetwayên sosret ên Diyanetê û anî ziman, ku ev fetwa nîşaneya zîhniyeta yên Diyanet ava kirine.