Heyeta HDP'ê li Wezareta Karên Hundir disekine

Heyeta HDP'ê, li Wezareta Karên Hundir der barê rewşa birîndarên li Cizîrê de agahî da û niha li Wezaretê disekine.

Heyeta HDP'ê, ji bo birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê maye werin derxistin û sewqî nexweşxaneyê werin kirin, bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtin kir.

Di nava heyetê de Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş û parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr hene.

Balûken diyar kir ku wan bi Alîkarê Wezîr Sebahattîn Ozturk re hevdîtin kirine û li ser rewşa birîndarên li Cizîrê agahî dane.

Balûken got, "Alîkarê Wezîr ji me re got ku ew niha bi rayedarên herêmê re niha têkiliyê datîne û ji bo rakirina birîndaran hewldan hene. Me jî jê re gotin em jî li benda çareseriya pirsgirêkê ne, em bi hevalên xwe yên li herêmê re di nava têkiliyê de ne, divê ambûlans bi heyeteke sivîl re tavilê biçin. Em niha li wezaretê ne. Em hêvîdarin ku em ê encamekê bi dest bixin."