Hat ragihandin, îfadeya Çelîk hem weke şahid hem jî weke gumanbar hatiye girtin.
Derket holê ku di dosya komkujiyê de cara yekemîn îfadeya şahidekî hatiye girtin. Garîp Çelîk ê ku di kêliya dawî de ji komkujiya 20'ê Tîrmeha 2015'an, ku 33 kesan lê jiyana xwe ji dest dan rizgar bû û bi dokûmantera xwe ya Amara Pirsûsê re dîmenên êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrahman Alagoz ên di nava girseya gel de tespît kir, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, li Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Stenbolê îfadeya wî hat girtin. Çelîk ji ANF'ê re peyivî û diyar kir, îfadeya wî hem weke şahid hem jî weke gumanbar hatiye giritn. Çelîk got, "Bi fermana Serdozgeriyê re polîsan hem qewimîna bûyerê pirsîn hem jî, li ser paşeroja min a hunermendiyê û nasnameya min a mûxalîf pirs kirin."
Di dosya komkujiya Pirsûsê, ku bi mehan e biryara nepenîtiyê li ser heye, derket holê piştî 6 mehan cara yekemîn îfafdeya şahidekî hatiye girtin. Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re roja 26'ê Çileya 2016'an, Midûriyeta Têkoşîna li dijî Terorê ya Stenbolê îfadeya Garîp Çelîk wergirt. Garîp Çelîk ê ji bo kişandina dokûmantera Kobanê bi ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) çû Pirsûsê û di kêliyê dawî de ji komkujiyê rizgar bû, di encama lêkolînên xwe yên ji bo dokûmantera Amara Pirsûsê de dîmenên êrîşkarê bombeyî endamê DAIŞ'ê Şeyh Abdurrahman Alagoz ên di nava girseya gel de tespît kiribû.
HEM ŞAHID HEM JÎ GUMANBAR!
Em bi Çelîk re axivîn û wî ji me re got, polîsan hem weke şahid hem jî weke gumanbar îfadeya wî girtine. Çelîk diyar kir, duh ew birine Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û ev agahî da: "Polîsan, sedema çûyîna me ya Pirsûsê, sedema bêhnvedana li Navenad Çandê ya Amara û rûdana bûyerê pirsîn. Lê belê tevî vê yekê ji min ev pirs jî kirin; 'Heta roja îro te kîjan fîlm kengî kişandiye? Tu çima dokûmanterê dikişîne? Tu çima li Pirsûsê bû? Ti eleqeya te bi komê re heye? Piştî ku tu derbasî Kobanê bû, te yê dîmenê çi bikişanda?' Gelek pirsên li ser hunera min û nasnameya min a mûxalîf pirsîn."
LI WELATEKÎ KU MEXDÛR DIBE BERSÛC...
Çelîk da xuyakirin, ku polîsan jê pirsiye; piştî tespîtkirina bombeyê zindî ew ji kîjan rojnameyan re axiviye û got, "Piştî demeke dirêj, girtina îfadeya min ji bo min erênî bû. Lê belê min fêm nekir bê çima pirsên şexsî ji min pirsîn. Li vî welatê ku mexdûr dibe bersûc, nêzîkatiyek bi vî rengî hat nîşandan." Çelîk anî ziman, ku bi bersivên xwe yên li ser pirsên Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re kêm be jî komkujî derketiye holê û da zanîn, weke mexdûr bendewariya wî ji vê lêpirsînê gelekî cuda ye. Çelîk got, "Beriya her tiştî li ser lêpirsîneke eleqeya xwe bi tevahiya raya giştî re heye, ev 6 meh in biryara nepenîtiyê heye. Lê piştî bi mehan serî li şahîdiya min didin. Di vê îfadeyê de jî, ji şahidiya bûyerê bêhtir, li jiyana min pirsîn. Ez li benda pirsên; li cihê bûyerê polîs hebûn?, ewlekariya we hatibû girtin?, ambûlans di dema xwe de hat? bûm." Çelîk ragihand ku di nava demeke ewçend dirêj a di ser komkujiyê re derbas bû girtina îfadeya şahidekî bi tenê nîşan dide ku lêpirsîn çiqasî giran dimeşe û got, "Di vê komkujiyê de 33 hevalên me, mirovên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Ji xwe ev bûyer bû destpêka êrîşan, destpêka komkujiyan. Heman piştî komkujiya Pirsûsê komkujiya Enqereyê qewimî. Heta Pirsûs neyê zelalkirin, Enqere zelal nabe. Heta ev komkujî zelal bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."