Cenevre-3 ji niha ve dixitime
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, vexwendînameyên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji 4 nûnerên Kurd re bihatina şandin, di encama hewldanên Enqereyê de di kêliya dawî de nehatin şandin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, vexwendînameyên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji 4 nûnerên Kurd re bihatina şandin, di encama hewldanên Enqereyê de di kêliya dawî de nehatin şandin.
Heysem Menna ê ji Cenevre-3 re hat vexwendin diyar kir, di civîneke ku nûnerên Kurdan lê ne nebin, ew ê jî ne amade be.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, vexwendînameyên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji 4 nûnerên Kurd re bihatina şandin, di encama hewldanên Enqereyê de di kêliya dawî de nehatin şandin.
Li aliyê din, di nabera koma Riyadê ya di bin kontrola Tirkiye û Erebîstana Siûdî de ye, li ser Cenevreyê nakokî û bihevketina wan dewam dike.
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Heysem Menna, piştî ku nûnerên gelê Kurd ji hevdîtinên li Cenevreyê re nehat vexwendin, wî jî vexwendînameya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mîstûra ya ji bo tevlîbûna wî weke şexs, red kir.
Ji bo diyarkirina nûnerên komên mûxalefetê yên tevlî civîna Cenevre-3 bibin, vexwendînameyên fermî yên pêwîst duh danê êvarê ji aliyê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra ve hatin şandin.
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Heysem Menna weke şexs ji civîna Cenevre-3 re hat vexwendin. Ji ber ku nûnerên PYD û rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava ji hevdîtinên Cenevre-3 re nehatin vexwendin Menna ev vexwendînameya şexsî ji wî re hat, red kir.
MUSLIM LI CENEVREYÊ YE
Di vê navberê de hevdîtinên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û heyeta pê re li Swîsreyê didomin. Muslim venexwendina wan nirxand û got, "Ji civîneke Kurd lê nebin, ti encam dernakeve."
VEXWENDÎNAMEYÊN 4 NÛNERÊN KURD HATIN RAWESTANDIN
Li gorî agahiyên ji derdorên dîplomatîk hatin wergirtin, di lîsteya 16 kesan a duh Neteweyên Yekbûyî amade kir de, Salih Muslim jî di nav de 4 nûnerên Kurd hebûn. Lê belê ji ber hewldanên Tirkiyeyê ev vexwendîname gihaşt destê bi tenê 14 kesan. Û vexwendînameyên nûnerên Kurdan hatin sekinandin.
KOMA RIYADÊ
Li aliyê din, di navbera 'Koma Riyadê' ya qaşo li ser navê mûxalefeta Sûriyeyê beşdarî Cenevre-3 dibe û piraniya xwe ji rêxistinbûyîna Sûniyan pêk tê, nakokî û rewşa bihevketî dewam dike. Berdevkê komê diyar kir ku vexwendîname ji wan re hatiye lê belê ji ber hin nakokiyan ew ê îro biryarê bidin ku beşdar bibin an na."