Vîrûsa Zîka li Ewropa û DYA belav dibe

Tê gotin, li Brezîlyayê bi qasî 500 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li Kolombiyayê 14 hezar mirovên bi vê vîrûsê hatin tespîtkirin. Li DYA û gelek welatên Ewropayê jî vîrûs tê dîtin.

Vîrûsa Zîka ya li welatên Başûrê Amerîkayê hat dîtin, li welatên Ewropayê belav dibe. Li Brezîlyayê bi qasî nîv mîlyon mirov bi vîrûsê ketine. Tê texmînkirin, kesên li welatên başûr bi vîrûsê ketine, piştî vegera ji bêhnvedanê, vîrûs li welatên bakur jî belav kirine.

Tê gotin, li Brezîlyayê bi qasî 500 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li Kolombiyayê 14 hezar mirovên bi vê vîrûsê hatin tespîtkirin. Li DYA û gelek welatên Ewropayê jî vîrûs tê dîtin.

Vîrûsa Zîka ku berê bê zerar dihat dîtin, di mejiyê 4 hezar pitikên li Brezîlyayê nû çêbûn rê li ber pêşketina kêm (mîkrosefalî) vekir. Hat tespîtkirin ku ev vîrûs bi rêya kelmêşa Aedes li nava mirovan belav bûye û li welatên Afrîka û Başûrrojhilatê Asyayê hatiye dîtin.

Li hemberî xeteriya belavbûna vîrûsê li welatên Ewropayê tedbîr tên girtin. Li DYA jî têkildarî vîrûsê agahî tê dayîn.

Li welatên Ewropayê nexweşên destpêkê yên bi vê vîrûsê li Swîsre, Danîmarka, Îtalya û Spanyayê hat dîtin. Hin ji van kesan ji bo bêhnvedanê çûbûn Başûrê Amerîkayê.

Vîrûsa Zîka bi antîbiyotîk nayê dermankirin.