KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşên dewleta Tirk ên li Farqînê dijwar bûn
Li Farqînê êrîşên polîs, leşker û tîmên taybet ên li dijî gel dijwar bûn. -
Dr. Eladdîn: Ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê em perspektîfeke çareseriyê derxin
Dr. Dîlaver Eladdîn ê di konferansa “Nirxandina rewşa Rojhilata Navîn” a li Hewlêr de axivî diyar kir ku aloziyên heyî li gor salên bihurî hê kûrtir bûye û neçarin çareseriyekê bibînin. -
Gerîlayê HPG’ê Candemîr wê sibe li Dêrsimê bê definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Celal Candemîr ê li Dersimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da sibehê pişti merasîma li cemxaneyê wê bê definkirin. -
Li Sêrtê pevçûn
Hat ragihandin ku piştî polîsan Taxa Şemsîka ya Sêrtê dorpêç kirin, di pevçûna ku rû da, kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Sînîrlîoglû tê Hewlêr
Hat raghandin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk di serdana xwe ya yekemîn a derveyî welêt de wê sibe bê Hewlêr, bi rayedarên PDK û ENKS’ê re hevdîtineke veşartî pêk bîne. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk îro jî dewam kirin
YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hember Rojava ji şeva 3’yê Cotmehê heta saetên sibê dewam kirine. -
Li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya bomberdûman
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 2’yê Mijdarê li herêma Zapê, Dola Şehîd Harûn, Avaşîn, Garê û li Metîna ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya hin herêm bombe kirine. -
Konferansa MERI li Hewlêr destpê kir
Di pêşengiya MERI de li Hewlêr têkildarî pêşveçûnên li Rojhilata Navîn konferansek tê lidarxistin. -
Ciwanê hat qetilkirin: Wê mora 'xiyanetkar' li eniya me nekeve!
Ji ciwanên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin Dogma, di hesabê xwe yê medya civakî de peyamek li dijî xiyanetkariyê parve kiribû. -
Balûken: AKP û qelemşorên wê nikarin aliyên pirsgirêka Kurd diyar bikin
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Balûken bertek nîşanî gotina Şêwirmendê Davutoglu Etyen Mahçupyan "Êdî HDP û Ocalan ne muhatabê pirsgirêka Kurd in" da û wiha got: "Ne mafê AKP û qelemşorên AKP'ê ne ku aliyên pirsgirêka Kurd diyar bikin." -
Însiyatîfa Gel bang kir: Em xwedî li xwerêveberiyan derkevin, xweparastinê xurt bikin
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê banga xwedîderketina li xwerêveberiyan û xurtkirina xweparastinê kir. Însiyatîfê diyar kir ku êrîşên AKP'ê wê zêde bibin û hişyarî da. -
HSD'ê li Hesekê derbek giran li çeteyên DAIŞ'ê xist
Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê de bi dehan çete hatin kuştin. -
KNK: Di nava mercên heyî de HDP'ê serketinek mezin bi dest xist
KNK'ê destnîşan kir, ku di nava şert û mercên zordarî, girtin, kuştin û komkujiyan de encama HDP'ê di hilbijartinê de bi dest xistiye serketineke mezin e û cihê şanaziyê ye. KNK'ê diyar kir ku rêjeya dengên AKP'ê bi dest xistiye jî bi şik û guman e. -
Dewletê li Geverê 2 ciwan qetil kir!
AKP a ku li Geverê di hilbijartinan de têk çû, dest bi operasyonê kir. Di vê operasyona hêzên çekdar ên AKP'ê de 2 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Li hemberî êrîşan gel li ber xwe da û polîs ji taxê qewirand. -
Polîsan Muslum Tayar bi 5 guleyan qetil kirin
Li Farqînê polîsan ciwanê bi navê Muslim Tayar bi 5 guleyan qetil kirin. Tevî astengiya polîsên Tirk û qedexeya derketina derve jî gel cenaze ber bi Farqînê ve bi rê kir. -
Daristana Bajêr a Amedê pêşkêşî leşkeriyê hat kirin
Wezareta Bajarvanî û Hawidorê, Daristana Bajêr a ji 2 hezar 900 donimî ya li navçeya Amed Peyasê, da Fermandariya Jendermeyan a bajêr. -
KCK: AKP wê şer girantir bike
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê ji bo AKP'ê ne serketin e, desteserkirina hikûmetê ye. KCK'ê diyar kir ku AKP wê şerê xwe yê li hemberî Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasiyê girantir bike. -
Roja Kobanê ya Cîhanê li Ranya û Hewlêrê hat silavkirin
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr û Ranyayê bi çalakiyan hat silavkirin. -
Ji nava tevgera femînîst, ekolojîk ber bi çiyayên Kurdistanê ve
Gerîlaya HPG'ê Destan Gulşah a ku jiyana wê di nava malbat-derdoreke şoreşger û sosyalîst de derbas bû û bi rêxistinên femînîst ekolojîst re tevgeriya, serpêhatiya xwe ya ber bi çiyayên Kurdistanê ve, ji ajansa me re nirxand. -
Kalkan: Hilbijartinên 1'ê Mijdarê meyla rastî nîşan nade
Kalkan da xuyakirin ku ti kes nikare encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê weke meyla rastî ya civaka Tirkiyeyê nîşan bide û got, "Tayyîp Erdogan û AKP'ê daxwaza xwe di bin navê hilbijartina bi zorê de, bi dest xistin." -
Li Farqînê derketina derve hat qedexekirin, ciwanek hat qetilkirin
Li Farqînê cara 6. derketina derve hat qedexekirin. Polîsên Tirk beriya qedexeyê bi wesayîtên zirxî dor li taxan girtin û gule li derdorê reşandin. Di vê êrîşê de Muslim Tayar ê 22 salî jiyana xwe ji dest da. -
Unal ê bi guleya polîsan hat qetilkirin spartin axê
Li Qoser Ahmet Unal ê di êrîşa polîsan a li hember protestoya komkujiya Enqereyê de bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bibû û ev 16 roj bûn dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Qoserê ji aliyê sedan kesî ve hat defnkirin. -
Balafirên şer ên Tirk xeta sînor bombe dikin
Li Geliyê Doskî, Oremar, Avaşîn, Zap û Xakurkê yên li ser sînorê navçeya Gevera Colemêrgê balafirên şer ên Tirk dest bi tevgera hewayî kirin. Hate diyarkirin ku hin dever tên bombebarankirin. -
Li Hesekê du gund û gundikek hatin azadkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk li başûrê Hesekê du gund û gundikek rizgar kirin û 4 wesayîtên çeteyan rûxandin. -
Zarokek li Kerboranê hat girtin
Li Kerboranê zarokê 17 salî yê bi navê Î.K. ê polîsan ji bo îfadeyê bang lê kirin bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.