Roja Kobanê ya Cîhanê li Ranya û Hewlêrê hat silavkirin

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr û Ranyayê bi çalakiyan hat silavkirin.

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr û Ranyayê bi çalakiyan hat silavkirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl bi armanca silavkirina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, duh li ber Parka Şanedêr a bajarê Hewlêrê li hev civiyan. Li ser navê girseyê Ciwan Kurdistan daxuyaniyek da û got, "Ji ber serketinên şervanên YPG û YPJ’ê, dewletên dagirker ên ev serketinê hezim nakin, bi hemû awayî destekê didin çeteyên DAIŞ’ê."

Di dawiya daxuyaniyê de Kurdistan serketina HDP'ê ya li Bakurê Kurdistanê û Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir.

Bi heman armancê, bi pêşengiya Tevgera Azadî û Nûnertiya Kurdên Rojava, girseya gel li ber Baxçeyê Giştî yê Ranyayê li hev kom bû.

Li ser navê girseyê endamê Tevgear Azadî Seîd Xalid li vir peyivî û berxwedêr û cangoriyên Kobanê bi rêzdarî bibîr anî.

Xalid da xuyakirin ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû planên hêzên dagirker ên li ser Kurdistanê pûç kiriye.

Di dawiya çalakiyê de li ser berxwedana Kobanê helbest hatin xwendin.