Sînîrlîoglû tê Hewlêr
Hat raghandin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk di serdana xwe ya yekemîn a derveyî welêt de wê sibe bê Hewlêr, bi rayedarên PDK û ENKS’ê re hevdîtineke veşartî pêk bîne.
Hat raghandin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk di serdana xwe ya yekemîn a derveyî welêt de wê sibe bê Hewlêr, bi rayedarên PDK û ENKS’ê re hevdîtineke veşartî pêk bîne.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdun Sînîrlioglû, hema piştî hilbijartinan di pêvajoyeke ku li hember gelê Kurd şerê topyekûn hatiye îlankirin û êrîşên hewayî zêde bûne li Hewlêr bi PDK’ê re wê hevdîtinê pêk bîne.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdun Sînîrlioglû, piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê di yekemîn serdana xwe ya derveyî welêt de wê bê Başûrê Kurdistanê ku ji ber dema seroktiyê ya Mesud Barzanî bi dawî bûye krîza siyasî û aborî lê tê jiyîn.
Hat ragihandin ku wê Sînîrlîoglû saetên êvarî wê bê Hewlêr bi rayedarên Başûr re hevdîtinan pêk bîne. Di pêvajoyeke ku êrîşên Erdogan û artêşa Tirk li hemberî Rojava zêde bûne hat ragihandin ku wê Sînîroglû bi rayedarên PDK û ENKS’ê re hevdîtinan pêk bîne.