KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ok: Dewletên faşîst û olîgarşîk her tim dibêjin ‘îstikrar’
Ok da zanîn ku mîna hemû dewletên faşîst û olîgarşîk Erdogan û AKP’ê jî beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê argumana ‘îstikrar’ê derxistine pêş û got, "Bi vê zîhniyeta AKP’ê û Erdogan ku her kesî ji xwe re dikin dijmin ne mimkûn e îstikrar pêk bê." -
Li Sûrê êrîşa li hember Farqînê hat protestokirin
Êrîşa li hember Farqînê li navçeya Sûrê ya Amedê hat protestokirin. Polîsan êrîşî xwepêşandanê kirin. -
Polîsan li Farqînê jinek birîndar kirin
Li navçeya Farqîn a Amedê li hember gel êrîşên leşker, polîs û tîmên taybet didomin. Li Taxa Tekel di encama êrîşa li hember malekê de jinek bi navê Mûkaddes Arbag birîndar bû. -
5 partiyên şirîkê hikûmetê piştî krîzê cara yekem hatin gel hev
Di roja dawî ya konferansa MERI ya li Hewlêrê tê lidarxistin, nûnerên 5 partiyên siyasî yên şirîkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê krîza li herêmê rû dide nirxandin. -
Li Rihayê îtîraza HDP’ê ya sindoqan hat redkirin
HDP’ê bi sedema di hin sindoqên Rihayê bê usûlî hatiye kirin îtîraz kiribû, hat redkirin. -
Hewldana êrîşa bombeyî ya çeteyan vala hat derxistin
Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundikê Recim El Hecan ê başûrê Hesekê kirin. Şervanên HSD’ê beriya ku wesayît bigihêjin hedefa xwe tine kirin. -
Engîn û Îsmet Gezîcî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Îsmet Gezîcî û biraziyê wê Engîn Gezîcî yên ku li Farqînê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin di bin dengê çekan de hatin definkirin. -
HDP’ê li Dêrsimê serî li YSK'ê da
Rêxistina HDP’ê ya Dêrsimê ji ber îtîraza wan a têkildarî encamên hilbijartinên 1’ê Mijdarê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hat redkirin serî li YSK’ê da. -
YDG-H: Astengkirina doktoran dibe sedema windahiya can
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger ragihand ku ji ber doktorên dixwazin mudaxeleyî birîndaran bikin tên astengkirin mirov jiyana xwe ji dest didin. -
Li Oremarê herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 4’ê Mijdarê de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Ji girtiyên komkujiya Enqereyê protesto kirin re qedexeya hevdîtinan
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tên girtin ji ber komkujiya Enqereyê şermezar kirin 2 meh cezayê hevdîtinê li wan birîn. -
KJK: Li dijî şer û polîtîkayên şîdetê yên AKP'ê em ê berxwedana xwe mezin bikin
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku HDP bi pozîsyona xwe ya heyî re dikare mûxalefeteke demokratîk a bi bandor bike. -
Sûrê civîna meclîsê vê carê li Tirelo pêk anî
Bi tevlîbûna Wekîlên Hevşaredarê Sûrê Azize Değer Kutlu û Îzettin Candan civîna meclîsê ya ji gel re vekirî vê carê li gundê Tirelo pêk hat. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îlerî li Wanê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Denîz Îlerî (Ronî Agirî) yê 3’yê Mijdarê li Sertê hat înfazkirin li Taxa Xereşîk a Bêgir a Wanê ji aliyê hezaran ve hat defnkirin. -
Taziyeya ji bo şervanê YPG’ê Cîntanê hat danîn bi girseyî tê ziyaretkirin
Ji bo şervanê YPG’ê Zafer Cîntan (Ronî Xelîl) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, li Mala Taziyeyê ya Îpekyolû taziye hat danîn. Gel bi girseyî tê serdanê. -
Rêya Hol-Hesekê ket bin kontrola hêzên HSD'ê
Hêzên HSD'ê rêya Hesekê-Holê xistin bin kontrola xwe û xwe gihandin gundê Dawidiyê. -
KCK: Bêçalakîtiya yekalî ji ber polîtîkaya şer û êrîşên AKP'ê bi dawî bûye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP'ê bi awayekî vekirî aşkera kiriye ku di polîtîkayên şer ên beriya hilbijartinê de wê ti guhertinê neke û destnîşan kir, ku ji ber polîtîkayên şer nepêkan e rewşa bêçalakîtiyê bê dewamkirin. -
Mahmût Osman: Divê hikûmeta Başûr û DYA zextê li AKP'ê bikin
Siyasetmedar Mahmûd Osman got, "Divê dewleta Tirk li 'pêvajoya çareseriyê' vegere û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û DYA ji bo vê yekê zextê bikin." -
Qursa rojê sor dike - Rêşad Sorgul
Dema mirov ji Dêrikê heta bi Kobanê berebereyî sînor diçe û ji Qamişlo li Nisêbînê dinêre, bivênevê mirov difikire; milletek çawa vî barî radike, çawa xwe li vê êş û janê radigire. -
Cemîl Bayik: HDP serketî ye
Bayik got, "Eger polîtîkayên AKP'ê yên ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê neyên dîtin û encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi vî rengî were nirxandin, ev yek wê were wateya çavgirtina li rastiyan." -
Osman: Pirsgirêk bi taybetî di mijara îxracata petrolê de rû didin
Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Hecî Osman da xuyakirin, ku pirsgirêk bi taybetî di mijara îxracata petrolê de rû didin. -
Li Farqînê gel li ber avahiya hikûmetê civiya
Gelê Farqînê, bi armanca şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li taxên Tekel, Mescît û Konakê û protestokirina dorpêçiya dewletê, li ber avahiya hikûmetê civiya. -
Li başûrê Hesekê 2 gundik ji çeteyan hatin paqijkirin
Hêzên HSD'ê li başûrê Hesekê bi pêş de diçin. Li 2 gundên 3 kîlometre li başûrê Hesekê, di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de 2 gundikên din ji çeteyan hatin paqijkirin. -
Şervanê YPG'ê yê Kanadayî li Hesekê jiyana xwe ji dest da
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, ku şervanê YPG'ê yê Kanadayî di şerê li rojhilatê Hesekê de jiyana xwe ji dest da. -
MŞD: PDK dixwaze Êzidiyan bikişîne nava xeteriyeke bê dawî
MŞD'ê bal kişand ser lîstikên careke din li ser civaka Êzidî tên lîstin û destnîşan kir, ku pêwîstiya Êzidiyan bi tenê bi keç û xortên xwe yên niha di bin ala YBŞ û YJÊ de li çiyayê Şengalê şer dikin heye.