Li başûrê Hesekê 2 gundik ji çeteyan hatin paqijkirin

Hêzên HSD'ê li başûrê Hesekê bi pêş de diçin. Li 2 gundên 3 kîlometre li başûrê Hesekê, di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de 2 gundikên din ji çeteyan hatin paqijkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk duh bi şev jî li başûrê Gola Xatuniyê bi pêş de çûn. Li gundikê Seîd Mehmûd ê li bakurrojavayê Gola Xatuniyê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên giran qewimîn. Şer heta niha bi giranî didome.

Hêzên HSD'ê ji Girtîgeha Ehdasan a li başûrê Çemê Xabûrê 3 km ber bi başûr ve pêşve çûn. Li wir 2 gundik ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Li xeta Hesekê derdora gundê Idwaniyê şevê din şer û pevçûn derketin û heta niha didomin.

Heta niha ti agahiyên zelal nehatin bidestxstin.