MŞD: PDK dixwaze Êzidiyan bikişîne nava xeteriyeke bê dawî

MŞD'ê bal kişand ser lîstikên careke din li ser civaka Êzidî tên lîstin û destnîşan kir, ku pêwîstiya Êzidiyan bi tenê bi keç û xortên xwe yên niha di bin ala YBŞ û YJÊ de li çiyayê Şengalê şer dikin heye.

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporê (MŞD) der barê lîstikên li ser civata Êzidî tên lîstin de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku PDK vê carê bi destê Hazimê kurê Mîr û Şêx Şamo dixwaze Êzidiyan bikişîne nava xeteriyeke bêdawî.

MŞD'ê bibîr xist ku Hazim û Şêx Şamo yê ku PDK niha wan derdixînin pêş, di dema qirkirina Şengalê de reviyan sînorê Bakur û got, "Ya ku dilê dayik û bavê şehîdên Êzidî diêşîne û birînên wan ên qermûşgirtî ji nû ve tev dide, rewşa heyeta Rûhanî ye, ku ji tirsa PDK'ê serê xwe ji xiyaneta Hazim û Şêx Şamo re dihejîne."

MŞD'ê ragihand, ku ev kesên Êzidî dan ber destê dijmin, banga pêşmergebûyînê li Êzidiyan dike û pirsa "Ev kesên bang dikin, çima zarokên xwe yên li Ewropayê nakin pêşmergeyên ku ew pesna wan didin?" kir.

Di daxuyaniyê de ev şexsên bi navê Hazim û Şêx Şamo yên li ser navê PDK'ê 'li ser navê Êzidiyan' tevdigerin hatin hişyarkirin, ku dest ji karên xwe yên qirêj berdin.

PÊWÎSTIYA ÊZIDIYAN BI KEÇ Û XORTÊN XWE HENE, EW JÎ NIHA BI ALA YBŞ Û YJÊ DÎLANA AZADIYÊ DIGERÎNIN

MŞD'ê da xuyakirin ku pêwîstiya Êzidiyan bi keç û xortên xwe hene û got, "Waye li serê çiyayê Şengalê bi hezaran keç û xortên Êzidî dest dane hev. Di bin ala YBŞ û YJÊ de dîlana azadiyê digerînin û bûne tirs û xofa dilê neyaran. Ew şervanên azadî û rûmetê ne û xwîna xwe ya zelal dirijînin ser xaka Êzîdxanê. Bûne bîr, bawerî û hêvî ji bo civaka Êzidî.

Ev ne şervanên bi dolara şer dikin. Ev ne şervanê gelê pêşkêşî neyaran dikin. Ev şervanên bi kîn û qehra keçên li sûkan tên firotin êrîşî ser neyaran dikin. Ev şervan in îro bi hêza fermandariya hevbeş mizgîniya azadiya Şengalê didin civaka xwe.

Em sed caran spas dikin ji bo HPG, YPG ku milê xwe dane milê Êzidiyan û canê xwe yê ciwan dikin gorî ji bo xaka Êzîdxan."

Di daxuyaniyê de bang li partiyên başûr jî hat kirin, ku li hemberî lîstikên li ser hemû destketiyên Kurdistanê tên lîstin, hişyar bin û bêdeng nemînin.