KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe bidin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Girîng e gelê me û hêzên demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya Rêber Apo li ber xwe bide. -
Li Şemzînanê 2 zarok bi giranî birîndar bûn
Li Şemzînanê, 2 zarokên cismek li nêzî qereqolê dîtin pê lîstin û ji ber teqîna vî cismî her du zarok bi giranî birîndar bûn. -
Gelên li Rojava rojnameya Agos derewandin
Suryanî, Ermenî û Ereban, nûçeyên rojnameya Agosê, ku îdîa dikir li Hesekê malên Asûrî-Suryanî û Ermeniyan hatine desteserkirin û perwerdeya bi zorê li ser wan tê ferzkirin, derewandin. -
Li Kerkûkê êrîşa bombeyî: Kesekî jiyana xwe ji dest da - HAT NÛKIRIN II
Li hember asayîşa Keywan a girêdayî navenda Kerkukê bi mînîbuseke transît a bombebarkirî êrîş pêk hat. Di êrîşê kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Geveriyan heta danê sibehê li ber xwe dan
Tîmên tevgera taybet duh bi şev êrîşî taxên Esentepe, Esenyûrt û Cûmhûriyet ên navçeya Colemêrg Geverê kirin. Geveriyan jî heta danê sibehê li dijî êrîşa çekdarên dewletê li ber xwe dan. -
Kundeş: Ya ku ji ber pêkanîn JÎTEM'ê winda bike Tirkiye bi xwe ye
Rêveberê ÎHD'ê Osman Kundeş ê di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û salekê dîl hat girtin got, "Ez bawerim ku rewşa niha û ya salên 90'î ji hev cuda bin. Qet nebe wê demê qedexeya derketina derve tinebû." -
Heyeta HDP, DBP û RCS çû Farqînê
Heyetek ji nûnerên HDP, DBP û Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS), ji bo lêkolînan bike çû Farqînê. -
Gelê Hesekê: Pêngava HSD'ê wê aramî û îstikrara aboriyê bîne herêmê
Welatiyên bajarê Hesekê der barê pêngava HSD'ê ya li Holê û Şedadê de nêrînên xwe anîn ziman û hêviya serketinê ji vê hêzê re xwestin. Welatiyan got: "Bi rizgarkirina Hol û Şedadê re wê gelek pirsgirêkên aborî çareser bibin û herêm aram bibe." -
Ciwanan li 3 navendan tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Azad, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendan rêze çalakî lidar xist. -
Li Stockholmê bîranîna 'Şehîdên Cotmehê'
Cangoriyên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. -
Tevgera Azadî projeya xwe ya çareseriyê ji gel re vedibêje
Tevgera Azadî ku ji bo çareseriya krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê beriya çend rojan projeyek pêşkêşî raya giştî kir, ji bo naveroka vê projeyê ji gel re vebêje, dest bi rêze semîneran kir. -
'Şehîdên Cotmehê' li Nantes û Brukselê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn. -
Polîsan li Rezan êrîşî ciwanan kirin
Li navçeya Rezan polîsan êrîşî çalakiya ciwanên ku piştgirî dan berxwedana Farqînê kirin. -
Polîs li Farqînê belavkirina nan asteng dikin
Li Farqîna ku êrîşên polîsan zêde bûye, li taxên ku av û elektrîk tineye gel di warê zad de pirsgirêkên cidî dijîn. 7 hezar nanê ku wê ji gel re hatiba belavkirin jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. -
Artêşa Tirk li sînorê Efrînê leşkeran kom dike
Artêşa Tirk mayînan li sînorê di navber gundê Sorka yê Efrînê û gundê Xerab Camûs ê Bakurê Kurdistanê de, bi cih dike û hêzên xwe sewqî herêmên sînor dike. -
Bersûm: Îdîayên li ser navê Suryaniyan tên kirin derew in
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Senharîb Bersûm îdîayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk ku dibêjin ‘ Li mafên pêkhateyên Suryanî û Ermenî li Rojava destdirêjî tê kirin’ derewand. -
Kader Ortakaya, Li Mersîn, Edene û Îzmîrê hat bîranîn
Kader Ortakaya ya li sînorê Kobanê par ji aliyê leşkeran ve hate qetil kirin li Mersîn, Edene û Îzmîrê hate bibîranîn. -
YPG'ê nasnameyên 6 cangoriyên têkoşîna azadiyê aşkera kir
YPG'ê nasnameya 6 şevanên YPG/YPJ ên di operasyona hêzên HSD'ê ya li başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Şervanên HSD’ê yên ber bi Holê ve diçin 54 çete kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li derdora Holê û Xatûniyê 54 çete kuştin, gundek rizgar kirin, wesayîteke bombebarkirî rûxandin û gelek alavên leşkerî yên çeteyan desteserkirin. -
HPG: Li Amedê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di şerê 5-6'ê Mijdarê yên li Amedê de qewimîn herî kêm 6 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Ji bo şervanê YPG'ê Cîntan li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Zafer Cîntan ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. -
HDP'ê êrîşa li Erdîşê şermezar kir
HDP'ê êrîşa polîsên Tirk a li hemberî konê sersaxiyê yê li navçeya Wan Erdîşê şermezar kir. -
Şêwirmendiya Hevserokatiya PYD’ê: Bi taybet pergala Xweseriya Demokratîk hedef tê girtin
Şêwirmendê Hevserokatiya PYD’ê Dîbo têkildarî îdîayên der heqê PYD û YPG’ê de ku di rapora ji aliyê hin saziyên Ermenî û Suryanî de hat aşkerakirin derewand. -
Mala Êzidiyan polîtîkayên PDK'ê şermezar kir
Mala Êzidiyan a li Çiyayê Şengalê, ku ji lîderên gelek eşîran pêk tê, nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên PDK'ê yên dema dawî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku civaka Êzidî wê tiştên PDK'ê beriya niha kiriye, ti carî ji bîr neke. -
Operasyona azadkirina Şengalê li Yekaterînbûrgê hat silavkirin
Kurdên li navçeya Jîleznî Darojnî ya bajarê Yekaterînbûrgê dijîn, bi civînekê pêngava azadkirina Şengalê silav kirin. Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar destnîşan kir ku heta Şengal azad nebe, wê dilê Kurdan rehet nebe.