YPG'ê nasnameyên 6 cangoriyên têkoşîna azadiyê aşkera kir
YPG'ê nasnameya 6 şevanên YPG/YPJ ên di operasyona hêzên HSD'ê ya li başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameyên şervanên YPG/YPJ’ê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, ji roja damezrandinê heta îro weke felsefe û baweriya jiyanê, têkoşîna demokrasiyê meşandin û dimeşînin. Vê têkoşîna çekdarî ya ji sala 2013'an û vir ve dewam dike, vîna şervanên vê hêzê ji tevahiya cîhanê re îspat kir û xewn û xeyalên çeteyan pûç kir. Ev yek bi saya xwîna pîroz û berdêlên giran ên şervanên me bû."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku YPG/YPJ'ê di dema dawî de di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê kiriye û hat destnîşankirin, ku bi alîkariya xwişk-birayên ji pêkhateyên herêmê, pêngava bi rûmeta a rizgarkirina bejahiya Hesekê hatiye destpêkirin.
YPG'ê got, "Di vê têkoşîna efsanewî de şeş hevrêyên me yên bi rûmet bi lehengiyeke mezin gihîştin asta şehedetê. Şervanên me yê ku bi ruhê fedaî şer kirin, bi têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û aştiyê mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Bi lehengiya wan re careke din derket holê ku em çiqasî biratî û wekheviyê ve dilsoz in."
YPG'ê destnîşan kir, ku bi rêbertiya cangoriyan re weke YPG/YPJ ew ê heta serketinê li ber xwe bidin û jiyaneke azad û demokratîk ji bo hemû gelên li herêmê û sîstemeke civakî, exlaqî, azad û demokratîk biafirînin.
NASNAMEYÊN 6 ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 6 şervanên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:
Nasnav: Roj Adiyaman
Nav û paşnav: Xanim Ardiç
Navê Dayikê: Tahide
Navê Bav: Omer
Cihê Ji dayikbûnê: Semsûr
Cih û dema şehadetê: Hesekê – Hol 04-11-2015
Nasnav: Brûsk Kato
Nav û paşnav: Bariş Dûman
Navê Dayikê: Sosin
Navê Bav: Rehmî
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dema şehadetê: Hesekê – Hol 04-11-2015
Nasnav: Berxwedan Dêrik
Nav û paşnav: Mazlûm Keskîn
Navê Dayikê: Hisa
Navê Bav: Hatîp
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dema şehadetê: Hesekê – Hol 04-11-2015
Nasnav: Şêrzan Koçer
Nav û paşnav: Emrah Erçîk
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Abdurehman
Cihê ji dayikbûnê: Seyhan
Cih û dema şehadetê: Hesekê – Hol 04-11-2015
Nasnav: Milîtan Azad
Nav û paşnav: Sayd Kardaş
Navê Dayikê: Mesûde
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Cih û dema şehadetê: Hesekê – Hol 04-11-2015
Nasnav: Raşîd Gever
Nav û paşnav: Servet Yalçin
Navê Dayikê: Kandiya
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê ji dayikbûnê: Gever / Colemêrg
Cih û dema şehadetê: Hesekê – Hol 04-11-2015