Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Senharîb Bersûm îdîayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk ku dibêjin ‘ Li mafên pêkhateyên Suryanî û Ermenî li Rojava destdirêjî tê kirin’ derewand û diyar kir ku ev aliyek ji hemleyên li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û derxistina tevliheviyê ye.
Hin dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê ku dijminahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin, di nûçeyên xwe de îdîa kirin ku mafên Suryanî û Ermeniyan li Rojava hatiye binpêkirin û hêzên YPG’ê jî mulkên wan desteser kirine.
Der barê vê mijarê de Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Senharîb Bersûm ji ANHA’yê re axivî û hemû îdîayên van dezgehên çapemeniyê derewandin.
Bersûm destnîşan kir ku ev îdîa û nûçeyên derewîn di çarçoveya hemleya dijminahiya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û biratiya gelan li Rojavayê Kurdistanê ye û wiha got: “Beriya ku ev îdîa bêne weşandin, hin dezgehên çapemeniyê yên girêdayî faşizma Tirkiyeyê îdîa kirin ku hêzên YPG’ê û Rêveberiya Xweser li dijî pêkhateya Ereb jî destdirêjî kirine. Lê aşkera bû ku hemû îdîayên van aliyên dijminahiya şoreşa gel dikin, ne rast in û armanca van îdîa û nûçeyan bi taybet piştî ku hemû pêkhetayên Rojava rêveberiya xwe ya xweser îlan kirin, tenê derxistina tevliheviyê ye.”
Bersûm der barê heman mijarê de axaftina xwe wiha domand: “Heman dezgehên çapemeniyê dîsa bi navê gelê Suryanî, Ermenî û Asûrî îdîa û nûçeyên derew diweşînin û têde dibêjin ku li Rojava destdirêjiya van pêkhateyan tê kirin. Ev yek berdewamkirina hemleya dijminahiya şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nîşan dide.”
Bersûm destnîşan kir ku ev îdîayên van aliyan ne tiştekî nû ye û wiha domand: “Ji destpêka îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ev aliyên dijminahiya pêkhateyên herêmê dikin li dijî vê projeyê nûçe û îdîayan belav dikin. Bi taybet piştî ku heman alî di aliyê siyasî û leşkerî de têk çûn, hewl didin êrîşên xwe li dijî pêkhateyên herêmê bidin meşandin û tevliheviyê derxin. Wekî ku hewl danên wan ên berê vala hatin derxistin, derewbûna van îdîayan jî wê bêne aşkerakirin.”
Der barê rapora ku têde îdîa dike ku mulkên van pêkhateyan li herêma Cizîrê hatine desteserkirin de Bersûm ev tişt anîn ziman: “Ji bo mulkên koçberan bêne parastin niha qanûneke taybet tê lêkolînkirin û nehatine desteserkirin.”
Der barê sîstema perwerdeya civaka demokratîk de jî ku îdîa dikin li ser hemû pêkhateyan hatiye ferzkirin, Bersûm wiha got: “Her kes dizane ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava azadiya hemû pêkhateyên herêmê diparêze û yek mafên sereke yên van pêkhateyan ev e ku bi zimanê zikmakî û bi awayekî azad perwerdeya xwe bibînin. Niha pêkhateya Kurd meteryalên xwe bi zimanê zikmakî dane meşandin. Her wiha komîteyên perwerdeyê yên ji bo pêkhateyên Ereb û Suryan jî xebatên xwe di vê mijarê de didomînin.”
Bersûm di dawiya axaftina xwe de got ku armanc ji van êrîşên çapemenî û van raporên derewîn hewldaneke li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewldanên van aliyên dijminahiya Şoreşa Rojava dikin, wê bi saya vîna azad û hevgirtina pêkhateyên herêmê vala bêne derxistin.”