Li Stockholmê bîranîna 'Şehîdên Cotmehê'

Cangoriyên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Cangoriyên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdisatnê, li ser jiyan û têkoşîna cangoriyên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, sînevîzyonek hat nîşandan.

Qisekeran banga rêxistinbûyîn û xurtkirina têkoşîna li dijî hikûmeta AKP'ê kirin. Ji Meclîsa Jinê ya Amara Ayşe Goktepe di axaftina xwe ya li vir de, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gûrbetellî Ersoz û Meryem Çolak de 'Şehîdên meha Cotmehê' bi rêzdarî bibîr anî û destnîşan kir ku cangorî rê nîşanî tevahiya Kurdistaniyan didin.

Goktepe ragihand, ku di avakirina hêza çekdarî ya jinên Kurd de Bêrîrtan bi berpirsyariyeke gelekî girîng rabûye û anî ziman ku Arîn Mîrxan a ku di berxwedana Rojava de bi lehengî çalakî pêk anî, bi cesaret û biryardariya Bêrîtan û cangoriyên meha Cotmehê, xwe ji bo gelê xwe feda kiriye.

Goktepe got, "Di sala 1992'an de dema Bêrîtan şehîd ket, Rêbertî gotibû ku jinên Kurd ên li Rojava wê ji şoreşê re pêşengiyê bikin. Ev pêşdîtin pêk hat û ji Şoreşa Rojava re jinên rêxistinbûyî bi YPJ'ê re pêşengî kirin." Goktepe bang li tevahiya Kurdistaniyan kir, ku bi biryardariya Bêrîtan û hemû cangoriyan, li dijî dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê têbikoş in.

Çalakiya bîranînê bi sirûd û stranên bi Kurdî bi dawî bû.

...