Gelê Hesekê: Pêngava HSD'ê wê aramî û îstikrara aboriyê bîne herêmê

Welatiyên bajarê Hesekê der barê pêngava HSD'ê ya li Holê û Şedadê de nêrînên xwe anîn ziman û hêviya serketinê ji vê hêzê re xwestin. Welatiyan got: "Bi rizgarkirina Hol û Şedadê re wê gelek pirsgirêkên aborî çareser bibin û herêm aram bibe."

Welatiyên bajarê Hesekê der barê pêngava HSD'ê ya li Holê û  Şedadê de nêrînên xwe anîn ziman û hêviya serketinê ji vê hêzê re xwestin. Welatiyan got: "Bi rizgarkirina Hol û Şedadê re wê gelek pirsgirêkên aborî çareser bibin û herêm aram bibe."

Endezyar Eyup Lolo kêfxwşiya xwe bi avakirina Hêzên Sûriyeyê Demokratîk anî ziman û hêviya serketinê ji wan re xwest: "Em bi hêvî ne ku ev hemû herêm ji çeteyan û terorîstan bi taybet ji çeteyên DAIŞ'ê werin paqijkirin. Ev ax axa gel e. Em ji vê axê sûd digirin, em jî qebûl nakin ku terorîst derbasî cihê me bibin û ji me bigirin. Heviya em ew e ku ev ax were paqijkirin û li gelê herêmê bê vegerandin."

Lolo da zanîn  ku eger li derdora bajêr ewlehî hebe, gel dikeve rewşeke aram û anî ziman ku bi rizgarkirina Hol û Şedadê re wê li derdora bajêr ewlehî çêbibe.

Jina bi navê Şewqiyê Mehemed ji Taxa Nasra ya bajarê Hesekê  bi eslê xwe ji pêkhateyê Ereb e dibêje, ku bi  rizgarkirina rêya di navbera Hol û Şedadê de êdî gel dikare bi aramî bijî. Sewqiyê Mehemed da xuyakirin, ku bi derbasbûna bazirganan bi awayekî ewle re, wê buhayê madeyan erzan bibe.

Derbarê avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de Şewqiyê Mehemed got, "Hêzên ku ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin, em jê kêfxweş in, bi hêvî ne ku Sûryeke demkoratîk bê avakirin."

Welatiyê bi navê Corc Yaqûb Gemo ji pêkhateyê Sûryanî yê bajarê Hesekê ye û ev nirxandin kir: "Me hêvî dikir ku ev hemle hê zûtir destpêbikra. Me hêvî dikir ku ev gav beriya du mehan destpê bikire, ji bo tevahî gel di aramiyê de bimîne û aştî jiyan bike, bê teqîn, bê teroristî û bê tevlihevî ku em pê nehisin ku DAIŞ di herêm de hene."

Gemo bal kişand ser dewlemendiya petrol û gazê ya herêmê û destnîşan kir, ku her ku DAIŞ bi metreyan ji herêmê hat dûrxistin, ji aliyê aborî ve gel wê aram bibe. Gemo anî ziman ku ew avakirina vê hêzê weke gaveke erênî dibînin.

Serokê Sendîkaya Sûk El- Hal a bajarê Hesekê Ebdîn Ezet jî got, "Em bi hêvî ne ku hêza YPG'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê bi ser bikevin û herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij bikin. Eger Hol û Şedadê were rizgarkirin wê rê gelek baş bibe."

Ezet bal kişand ser girîngiya rizgariya herêmê ji bo aramiya wan a aborî û ji hêzên Sûriyeya Demokratîk re serketin xwest.

Serokê Meclîsa Taxa Mişêfrê Mûstefa Şerîf ku bazirganê Sûk El Hal a Taxa Mişêrfê ye, pêngava HSD'ê ya li Hol û Şedadê weke gaveke serketî bi nav kir û anî ziman ku rêya bazirganiyê êdî çareser dibe.

Şerîf got, "Ji ber ku bazirganî ji Babê û Şamê dihatin û di dema hatinê de digihiştin Holê û Şedadê çeteyên DAIŞ‘ ê ew disekinandin, yan xwediyên wan dikuştin, yan jî direvandin û madeyên wan didizîn. Ji bo wê em bi vê hêzê re ne ku bajarê me ji çeteyan paqij bikin."

Şerîf diyar kir ku weke çawa Çiyayê Kizwanan û Til Temir hate rizgarkirin wê Hol û Şedadê jî were rizgarkirin  û wiha dewamî da axaftina xwe: "Hêzên Sûriyê Demokratîk ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav de cih digre ji baweriyê hatiye avakirin. Sedama gihiştina vê asta ji serketinên ew ku xeta sêyemîn hilbijartiye. Weke ku Rêber APO dibêje "Çiqas hêza me xurt be , em ti carî êrîşî kesî nakin, lê ku yek jî ji me bimîne em ê parastina xwe bikin, û em ê biserbikevin."