Li Kerkûkê êrîşa bombeyî: Kesekî jiyana xwe ji dest da - HAT NÛKIRIN II

Li hember asayîşa Keywan a girêdayî navenda Kerkukê bi mînîbuseke transît a bombebarkirî êrîş pêk hat. Di êrîşê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Vê sibehê saet nêzî 08.00 li hember nuqteya asayîşê ya Keywan a li eniya başûrê Kerkukê bi bombeyeke ku di motorê mînîbuseke transît hatibû bicihkirin êrîş pêk hat. Mînîbusa ket nuqteya asayîşê ku bi kumandayê hat teqandin, ajokarê mînîbusê û kesekî li gel birîndar bû.

Ajokarê mînîbusê yê têkildarî teqînê axivî diyar kir ku haya wî ji bombeyê tinebû, bê agahiya wî bombe di wesayîta wî de hatiye bicihkirin.

Ajokarê bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Gerîlayên HPG’ê jî li cihê teqînê bi hêzên asayîşê re lêkolînan dikin. 

...