Tevgera Azadî projeya xwe ya çareseriyê ji gel re vedibêje
Tevgera Azadî ku ji bo çareseriya krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê beriya çend rojan projeyek pêşkêşî raya giştî kir, ji bo naveroka vê projeyê ji gel re vebêje, dest bi rêze semîneran kir.
ANF
KERKÛK
yekşem, 8 sermawezê 2015, 07:16
Tevgera Azadî, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê, projeyeke çareseriyê ya ji serenavên; sîstema siyasî, sîstema aborî, sîstema civakî û mafên xwepêşandanê, roja 25'ê Cotmehê li Silêmaniyeyê bi civîneke çapemeniyê aşkera kiribû.
Ji bo naveroka vê projeya çareseriyê ji gel re bê vegotin, Tevgera Azadî li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dest bi rêze semîneran dike. Di vê çarçoveyê de semînerên destpêkê li Kerkûk û Hewlêrê hatin lidarxistin. Di rojên pêş de wê li gelek bajarên weke Ranya, Germiyan û Helepçeyê jî semînerên bi heman naverokê werin lidarxistin.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî di semînera li Kerkûkê de axivî û got, "Em dixwazin ji krîza îro ya siyasî, aborî û civakî re çareseriyê bibînin. Sîstema heyî, bi taybetî ji sala 2003'an û vir ve rewşeke krîzê ya asêmayî afirandiye. Bi hikûmeta ji koalîsyoneke berfireh a di sala 2013'an de ava bû re, li herêmê mûxalefet ji holê hat rakirin û bi nixumandina pirsgirêkan re bi zanebûn krîzek hat afirandin."
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Emîne Mihemed jî da zanîn ku pirsgirêkên navbera hikûmeta herêmê û ya Bexdayê de diqewimin jî, ji ber zîhniyet û sîstema heyî ya siyasî ye.
Emîne Mihemed got, "Îro bi Bexdayê re krîzek heye. Li hundir, krîza aborî, siyasî û civakî giran bûye. Ciwanên me, malbatên me welêt diterikînin û direvin derveyî welat. Pêwîste ev krîz tavilê were çareserkirin. Ev yek jî bi demokratîkbûyîneke bingehîn re dibe. Bi avakirina modeleke rêveberiyê ya zelal û bi tevlîkirina hemû beşên civakê dibe. Eger maeş nayên dayîn, eger mirov xwepêşandanên girseyî lidar dixin û ji ber ku protestoyan pêk tînin tên kuştin, hingî pirsgirêkên gelekî cidî hene. Bi şîdetê, bi tepisandinê û bêdengkirina gel re pirsgirêk çareser nabin. Ji bo em çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibînin, me projeyek pêşkêş kirin."