Ji bo şervanê YPG'ê Cîntan li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Zafer Cîntan ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Zafer Cîntan ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Zafer Cîntan (Ronî Xelîlan) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. Mewlûd li Mala Sersaxiyê ya Seyît Fehîm Arvasî hat dayîn û Hevserokê DBP'ê yê Wanê Munîr Aral, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer, Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û ji şêniyên bajêr gelek kes amade bûn.
Li dû xwendina mewlûdê û deqeyek rêzgirtinê, Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan peyivî û anî ziman ku Ronî Xelîlan di emrekî ciwan de canê xwe ji bo gelê xwe feda kiriye û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna wî bi ser bixînin.
'HETA SERKETINÊ EM Ê TÊBIKOŞ IN'
Alîkara Hevserokên DBP'ê yên Wanê Caziye Dûman jî piştî Alkan mafê axaftinê girt û anî ziman ku ew ê timî xwedî li şehîdên xwe derkeve. Dûman got, "Weke gelê Kurd em ê têkoşîna şehîdên xwe heta dawiyê bidomînin. Heta ku têkoşîna azadiyê ya ku wan emanetî me kirine bi ser bixînin, em ê têbikoş in."
Herî dawî bav Halît Cîntan peyivî û got, "Ronî kurê min e, lê şehîdê tevahiya gelê Kurd e."